Jinên ji Girkê Legê: Divê hesabê êrişên li Til Eran û Til Hasilê were pirsîn

Jinên ji bajarê Girkê Legê got êrişên li ser Kurdên Til Eran û Til Hasilê binpêkirina mafên mirovan e û daxwaza hesabpirsînê kir.

Jinên ji Girkê Legê: Divê hesabê êrişên li Til Eran û Til Hasilê were pirsîn
4 tîrmeh, 2026   04:05
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Jinên ji bajarê Girkê Legê êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser bajarokên Til Eran û Til Hasilê û sûcên ku li dijî jinan kirine, şermezar kirin. Jinan xwest hesabê vî sûcî were pirsîn û rûmeta jinan bê parastin.

Xalsa Xelef êrişa li ser jinên Kurd wekî êriş li ser îradeya tevahiya civakê bi nav kir û got: "Wê tu kes nikaribe bi van kiryaran îradeya jinan bişkîne. Jinên Kurd ku bi salan e berxwedan û sekna xwe îsbat kirine dê têkoşîna parastina maf û rûmeta xwe bidomînin."

Xalisa Xelef li dijî binpêkirinan banga yekitiyê li jinan kir. Her wiha bang li aliyên têkildar û hikumeta demkî kir ku der barê sûcên li Til Eran û Til Hasilê hatine kirin lêkolîneke cidî bide destpêkirin û hesab ji berpirsên sûc û êrişê bipirsin.

Ayşa Mistefa jî got, bûyerên li Til Eran û Til Hasilê rû dane binpêkirinên li dijî jin û sivîlan in ku qet nayêne qebûlkirin û parastina sivîlan berpirsiyariyek e nabe bi tu awayî were paşguhkirin.

Ayşe Mistefa destnîşan kir ku hesabpirsîna ji berpirsên van êrişan ji bo rêgirtina li ber dubarebûna wan gaveke girîng e. Bang li hikumeta demkî jî kir ku cezayên qanûnî li êrişkaran bibire, edaletê pêk bîne û rêzê bide mafên mirovan.

Nîhaya Mûsa jî bi bîr xist ku jinên Kurd di parastina azadî û rûmetê de timî li pêşî ne û êrişa li dijî jinekê li dijî tevahî jinan e. Nîhayayê jî banga hesabpirsînê û parastina mafên jinan kir û got, parastina rûmeta jinan û rêzdariya li mafên berpirsyariya her kesî ye.

(bb)

ANHA