'Edalet li dadgehan tê xwestin, ne li studyoyên fîlmkêşan'

Komeleya Malbatên Qeyser û Windahiyên di Girtîgehên Rejîma Baasˊê de veguherandina trajediya wan bo berhemên dramatîk red kir û diyar kir ku "edalet li dadgehan tê xwestin, ne li studyoyên fîlmkêşan."

'Edalet li dadgehan tê xwestin, ne li studyoyên fîlmkêşan'
18 sibat, 2026   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Malbatên Qeyser û Windahiyên di Girtîgehên Rejîma Baasˊê de bi daxuyaniyekê veguherandina trajediya wan bo berhemên dramatîk ên li ser ekranan red kir û da zanîn ku birînên malbatan hîn jî vekirî ne, divê êşa qurbaniyan di çarçoveyên hunerî yan bazirganî de neyê bikaranîn.

Ev daxuyanî wek bersivek ji bo rêzefîlma bi navê "Qeyser: Ne cih, ne dem" hat. Ev rêzefîlm ji hêla Şîrketa Power Production ve di bin çavdêriya mîr Mustefa Neimo de, bi hilberîna hunerî ji hêla Yamen Set El Benîn ve hatî hilberandin û yek ji wan berheman e ku tê payîn ku di dramayê ya Remezana 2026'an de li ser MBC û platforma dîjîtal Shahid were weşandin.

Komeleyê da zanîn ku "rastî û edalet ji dramayê girîngtir in" û daxwaz kir ku berî ku rastiyên tevahî werin aşkerakirin, cihên veşartinê werin destnîşankirin û cenaze bi rûmet radestî malbatên wan werin kirin, tu xebatek ku bi mijara girtiyan re mijûl dibe nayê parvekirin.

Komeleyê "nebûna exlaqî" ya hin aktorên ku berê bi aşkerayî dilsoziya xwe ya bi rejîma berê re îlan kiribûn an jî êşa qurbaniyan tinaz kiribûn şermezar kir.

Di dawiyê de, komeleyê anî ziman ku ew ê rê nede ku xwîna qurbaniyan ji bo spîkirina rûpelan an qezenckirinê were bikaranîn û destnîşan kir ku "edalet li dadgehan tê xwestin, ne li studyoyên fîlmkêşan."

(ac/fr)

ANHA