Ebû Zeyd: Nîşaneyên şerekî herêmî yê xwedî rehendên navneteweyî hene

Nivîskar û şîrovekarê lubnanî Serkîş Ebû Zeyd diyar kir ku Rojhilata Navîn ber bi rageşiyeke gurtir ve diçe û derfetên çareseriya siyasî niha nîn im. Ebû Zeyd got herêm dê gav bi gav bibe şahidê şerekî herêmî.

Ebû Zeyd: Nîşaneyên şerekî herêmî yê xwedî rehendên navneteweyî hene
2 cotmeh, 2024   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Lubnanê Serkîş Ebû Zeyd şerê Îsraîl û Hizbullahê, geşedanên li başûrê Lubnanê û bandora wan ên li ser herêmê ji ANHA’yê re nirxandin.

Serkîş Ebû Zeyd di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser Beyrûtê, qetilkirina sivîl û rayedarên Hizbullahê û got herêm ber bi rageşiyeke zêdetir ve diçe û derfetên çareseriya siyasî niha nîn in, nemaze piştî şerê dijwar, êrişên li ser domdar ên li ser Beyrûtê û kuştina sivîlan û rayedaran.

Ebû Zeyd diyar kir ku ev rageşî Hizbullahê dixe rewşeke dijwar ku dê di serî de bandorê li lîderê ku dê piştî Hesen Nesrallah were hilbijartin bike. Bi taybetî piştî kuştina Hesen Nesrallah heya niha aqûbeta hejmareke fermandarên Hizbullahê nayê zanîn.

Bi nêrîna Ebû Zeyd wiha domand: "Kesek dê nizane rewş dê çawa be. Fermandarên ciwan, dê pabendî rêgeza birêz Hesen Nesrallah bin. Lê derfet û şiyanên wan bi xwezaya herêmê û karînên wan ên vehewandina aloziyê, parastina yek biryarê, çalakkirina wê û rêbazên ji nû ve çalakkirina Hizbullahê ve girêdayî ne."

Lê Ebû Zeyd di heman demê de diyar kir ku astengiya herî mezin helwesta Îranê ye û got: "Îranê pişta xwe dabû dîplomasiya xwe û diyaloga li gel DYA`yê, nemaze Partiya Demokrat lê niha divê  helwesteke diyar nîşan bide."

Ebû Zeyd diyar kir ku di encama van hevsengiyan de, Îsraîl hîna êrişî başûrê Lubnanê dike ku di encamê de Hizbullah hem ji aliyê civakî hem jî aborî ve xistiye nava aloziyê.

Ebû Zeyd di dawiyê de got: "Til Evîv dê sûdê ji gurkirina aloziyê bigire. Ji bo ku Îranê bikişîne nava şerekî ku DYA jî di nav de be. Ew dixwaze Îran û DYA rasterast rûbirûyî hev bin. Ji ber ku ji nêzîkbûna wan bi fikar e ku li ser hesabê stratejiya Îsraîlê be. Heke alozî nehate vehewandin, dê gurtir bibe. Di encamê de dê şerekî herêmî yê aliyên xwe yên navneteweyî hene, rû bide ku nîşaneyên dema bê xêz bike."

(şx)

ANHA