Kar û xebatên maseya krîzê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî avakirina maseya krîzê hewl dide navendan ji penaberan re peyda bike.

Kar û xebatên maseya krîzê
2 cotmeh, 2024   05:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê yê li Lubnanê de, gelek malbatên sûriyeyî ji Lubnanê derketin û vegeriyan Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan, gelek tedbîr girtine.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê vedigerin, maseya krîzê ava kir û ji wê demê ve hewl dide navendan ji wan re peyda bike.

Hevserokê Nivîsgeha Kampan û Penaberan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamê maseya krîzê Şêxmûs Ehmed got: "Piştî avakirinê, maseyê belge li penaberên sûriyeyî û şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vegeriyane belav kirin. Ji malbatên vedigerin re navendan peyda dike. Nemaze yên ku xizmên wan li herêmê nîn in."

Ehmed wiha domand: "Maseyê hatina malbatan û cenazeyan, hêsan kir. Saziyên têkildarî maseyê û Daîreya Têkiliyên Derve dê bi erkên xwe radibin û dê xwe bigihînin hikumeta Lubnanê û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê û bi aliyên navneteweyî re peywendiyan deyne."

Ehmed destnîşan kir ku derî li pêşiya penaberan 24 saetan vekirî ne.

Bi rêya însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heta niha 7 hezar û 703 sûriyeyî gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava wan de 12 lubnanî û cenazeyên 7 kesên ji Reqa, Tebqa, Minbicê hene ku di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Ehmed têkildarî gavên pratîk ku di vî warî de avêtine, got: "Li deriyê Tebqayê navend û kamp, pêdiviyên bingehîn ji wan re têne peydakirin. Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ji bo peydakirina avê û kehrebayê komîteyek ava kir. Komîteyê dest bi peydakirina avê û pêdiviyan ji sûriyeyiyan re kir."

Li gorî Ehmed ji bo penaberan dê 2 kamp li kantona Cizîrê (Erîşe û Newroz) û kampa Ednaniye li kantona Reqayê bêne avakirin.

Ehmed destnîşan kir ku piraniya kesên ji Lubnanê vegeriyane, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û xizmên wan li herêmê hene, ji ber wê diçin cem xizmên xwe.

Ehmed diyar kir ku ji bo malbatên xizmên wan li herêmê tune ne, li cem malbatên sûriyeyî bi cih dikin û dê wan li kampa Ednaniye yan jî kampa Erîşe bi cih bikin.

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li aliyên navneteweyî kiriye ku deriyê Yerûbiye were vekirin ji bo ku alîkarî derbasî herêmê bibin lê heta niha bersiva bangên wan nehatiye dayîn.

Ehmed di dawiyê de got: "Di van şert û mercên dijwar û hesas de, pêwîstiya herêmê bi vekirina deriyekî sereke ji bo ku alîkarî derbasî herêmê bibin, heye. Ji ber ku alîkarî bi rêya herêmên rejîmê derbasî vir dibin û ew jî desteser dikin. Ji ber wê em hêvî dikin ku Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên têkildar ji bo vekirina deriyê Yerûbiye bixebitin."

(şx)

ANHA