Ebdulezîz Hemdoş: Sûcên ku hatine pêkanîn û provakasyon gefê li veguhastina siyasî dixwin

Nivîskar Ebdulezîz Hemdoş destnîşan kir ku tiştê li Sûriyeyê bûye ne rizgarkirin bû, ew dawiya serdemekê bû, lê derfetên avakirina dewleteke ewle û aram hîn temam nebûne. Nivîskar diyar kir ku sûc û binpêkirinên ku hatine pêkanîn hêviyên gel winda kirin.

Ebdulezîz Hemdoş: Sûcên ku hatine pêkanîn û provakasyon gefê li veguhastina siyasî dixwin
20 mijdar, 2025   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî zêdebûna kuştin, revandin û binpêkirinan, nivîskar û siyasetmedarê sûriyeyî Ebdulezîz Hemdoş sedemên bêaramiya Sûriyeyê û rêbazên ji bo pêkanîna aramiyê diyar kirin. Hemdoş ji ajansa me re axivî.

Hûn zêdebûna sûcan û revandinê di dema dawîj de çawa dinirxînin?

Di serî de, hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê bi wateya xwe ne rizgarkirin bû, lê belê ew ew dawiya serdemeke zêdetirî 50 salan a Baasê bû. Ji bo pênasekirina hilweşîna rejîmê wekî rizgarkirina niştimanî, pêwîstî bi karekî mezin hebû.

Madem ku em dibêjin serdema çûyî bi zordarî bû, wê demê divê rizgarkirin wiha be ku ew serdem bi dawî bibe û serdema ewlehî û aramiyê ya bê tirs dest pê bike da ku welatî bandora guhartinê di jiyana xwe de bibînin. Ji ber wê jî zêdebûna sûcên kuştin û qetilkirinê hêviyên bi qonaxa piştî hilweşîna rejîmê winda kirin, ev jî mijareke gelekî metirsîdar e ji ber ku lêçûna hilweşandina rejîmê pir giran bû, ji bo wê 14 sal şer, xwîn, wêranî û koçberî hebûn.

Sûcên piştî hilweşîna rejîmê diyar dikin ku aliyê gihîştiye Şamê bi serkeftina xwe şa bûye, ew ne serkeftineke niştimanî ye, cudahî di navbera herdu rewşan de mezin e.

Gelo sedemên vê bêaramiyê çi ne?

Di rastî de gelek sedem hene, em dikarin bêjin ku ev kiryarên cînaî ne û bandorên wan ên siyasî û niştimanî yên mezin hene. Ji bo pêkhatina sûcekî divê 2 bingeh hebin ew jî bingeha madî û ya manewî ne. Bingeha madî di rêze bûyeran de diyar dibe, ya manewî jî di provakasyon û nêrîna yekalî ya de diyar dibe ku dibîne Sûriye tenê para beşekê ye û tu carî hevbeşiyê qebûl nake. Piraniya van nêrînan jî ji Sûriyeyê ne lê belê di aliyê siyasî de ji derve ve tên çandin. Hilweşîna rejîmê encama sedemên ji derve bû. Ji bo wê jî pêwîstî bi ji nû ve sazkirina siyaseta Sûriyeyê hebû, wê yekê jî bi dûrxistina Îran û Hizbullah dest pê kir. Tirkiye hewl dide bi rêya dosyayên Sûriyeyê, bi taybetî yên ewlekariyê hebûna xwe mayînde bike.

Di nav belavbûna vê tundrawiyê de, Sûriye çawa dikare were birêvebirin?

Di rastiyê de, tundrawî li pêşiya her nimûneyeke rêveberî dibe astengî. Ji bo wê ya herî girîng ew e ku kaniyên fikrî yên tundraw werin zuhakirin û ji bo wê pêwîstî bi cengeke niştimanî ya rastîn pêşxistina axaftina niştimanî ya Sûriyeyî heye. Her wiha divê hevbeşiya hemû pêkhateyan di hemû aliyan de were teqezkirin, ne tenê di aliyê ji nû ve avakirinê de. Divê bawerî hebe ku Sûriye pirreng e û hemû nimûneyên yekrengî tê wateya qetilkirina aştiya civakî.

Ev hişmendî bandoreke çawa li civak û siyaseta Sûriyeyê dike?

Gelê Sûriyeyê bi dehsalan e di bin sîstema siyasî ya zordest de maye û her tim çavê wî li azadiyê bû. Tiştê ku di mehên dawîn de qewimiye bêhêvîbûneke mezin çêkir. Li deverên ku tê de komkujî hatine pêkanîn birîn pir kûr bûn. Ev bûyer ê di bîra Sûriyeyê de birînên demdirêj bikolin, ev jî dabeşiya di nav gelê Sûriyeyê de kûrtir dike. Welat ji aştiyê qut nabe, di nav tirs û gefan de welat tune ye.

Tiştê pêwîst ji bo Sûriyeyê çaksaziya siyasî û diyaloga niştimanî ya giştî bû ku ji tecrûbeyên berê feyde werin girtin û zemîneke guncaw ji bo pêşxistina demokrasiyê were amadekirin.

Gavên lezgîn ên ku divê hêzên siyasî û saziyên din ji bo pêkanîna ewlehiyê biavêjin, çi ne?

Berî her kesî desthilata Şamê berpirsiyar e. Divê ew provakasyonê rawestîne û zimanê niştimanî pêş bixe ji ber ku şer bi aştiyê bi dawî dibin, ne bi vejandina dema borî û saxkirina kînan. Divê desthilata Şamê gelek tiştan bike, divê ew edaleta veguhêz ji bo veqetandina bûyerên borî ji dema niha pêk bîne, diyalogeke niştimanî ya giştî ya Sûriyeyî li dar bixe da ku dewleta nû ya Sûriyeyê li gorî hemû hêviyên gelê Sûriyeyê be û hemû alî di guhartina siyasî de beşdar bin.

Mijar ne ew e ku desthilatdarî ji aliyekî bikeve destê aliyekî din, ji ber wê divê destûreke niştimanî were sazkirin û girêdana niştimanî tê de were xurtkirin. Şer û aloziya îro di sînorên nasmameyên neserdke de ye. Ji bo derbaskirina vê qonaxê divê zimanê kêmnetewe û kêmol êdî neyê bikaranîn, divê zimanê welatîbûnê were pêşxistin.

Ji bo meşandina vê pêvajoyê desthilata Şamê berpirsiyar e.

Hûn rola aliyên navneteweyî çawa dibînin?

Di pêkanîna aramî û ewlehiya welatekî de, civata navneteweyî xwedî rol nîne. Me bê cidîtiya navneteweyî di bidawîkirina aloziyan de dîtiye. Em dizanin dewlet ne komeleyên xêrxwaziyê ne. Eger em bala xwe bidin aliyên ku di pirsgirêka Sûriyeyê de cih girtine, em ê bibînin ku her aliyekî li pey berjewendiyên xwe ketiye. Tundrawî û teror jî bûne amûrên meşandina siyasetê.

Eger em vegerin serdema dagirkeriya Soveytî ya salên 1980'yî li Efganistanê, em ê bibînin ku civata navneteweyî xwedî li şerê li Efganistanê derneket, berovajî wê ew şer ji bo Asya, Ewropa û Afrîkayê hat veguhastin, ev jî ji ber tunebûna hevsengiya têkiliyên navneteweyî û meşandina şerê bi wekîlan e. Ji bo bidawîkirina fikra tundrawiyê hevkariyeke navneteweyî pêwîst e.

Ev mijar bandoreke mezin li Sûriyeyê dike ji ber ku ew bûye qada civîna tundrawiya ji dehan dewletan. Gelek dewlet jî naxwaze welatiyên xwe yên ku hatine gunehbarkirin wergirin, ev jî dibe sedema zêdekirina aloziyê. Ji bo vê jî kedekî navneteweyî pêwîst e, eger ew kesên biyanî li Sûriyeyê wekî welatî werin bicihkirin jî ew ê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be.

(mh/fr)