3 sal piştî komkujiya Teqil Beqilê: Malbat li benda cezakirina berpirsiyaran in

Di salvegera 3ˊyemîn a komkujiya gundê Teqil Beqil de ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû kirin, malbatên şehîdan careke din daxwaza darizandina sûcdaran kir.

 3 sal piştî komkujiya Teqil Beqilê: Malbat li benda cezakirina berpirsiyaran in
20 mijdar, 2025   03:35
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR-KELSÛMA ELÎ

Îro salvegera 3ˊyemîn a komkujiya gundê Teqil Beqil ê Dêrikê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk a dagirker di şeva 19’ê Mijdara 2022ˊyan de komkujiyek li dijî xelkê gundê Teqil Beqil pêk anî. Ew komkujî hîna di bîra xelkê herêmê de zindî ye. 3 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn, hîna wêneyên wêranî, dengê teqînan û bangên dawîn ên sivîlan zindî ne.

Di wê şevê de, saet nêzî 12’an, balafirên şer ên dewleta Tirk êrişên dijwar li dijî cihên stratejîk ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, wek Stasyona 4ˊan a kehrebeyê li gundê Teqil Beqil, pêk anîn. Di encamê de stasyon bi temamî wêran bû, nobedarekî wê şehîd bû û zirar bi avahiyên nêz ên petrolê bûn.

Sivîlan bi bihîstina dengê teqînê re, ji bo birîndaran rakin, nêzî saet 1’ê şevê berê xwe da cihê êrişê. Lê dema şênî kom bûbûn ku daxuyaniya şermezarkirina êrişê bidin, balafirên dewleta Tirk a dagirker careke din êriş kir, di encamê de gelek kes şehîd bûn ku di nava wan de jî nûçegihanê me Îsam Ebdullah jî hebû ku bûyer dişopand. Di wê şevê de 11 sivîl şehîd bûn û 6 kes jî birîndar bûn.

Navên şehîdan wiha ne; rojnamevan Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubeyd Xalid, Fayiz Ebdullah, Çîçek Haronî, Nûrî Çiftecî, Hisên Xilto, Mazin Osê û Mehmûd Elî. Navên birîndaran jî wiha ne; Nezîr (65), Mihemed Hewas (26), Metîn Guro (20), Andok Elî (35), Seîd Cengîz 30 û Wesfedîn (30).

Dewleta Tirk a dagirker wê demê li dijî Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Kobanê û Til Rifetê êrişên berfireh pêk anîbûn, bi wê re binesazî wêran bû, jêderên avê, kehrebeyê û gazê ji xizmetê derketin û bi milyonan şênî ji hewcedariyên bingehîn bê par kirin.

Bavê nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah, Hesen Ebdullah bûyerên di wê rojê de bi bîr xistin û got: "Ji bo rastiya ku dewleta Tirk li dijî gelê me dike belge bike û ji raya giştî ya cîhanê re aşkera bike, berê xwe da cihê bûyerê. Dema ku bi erka xwe ya rojnamegeriyê radibû, balafirên şer ên dewleta Tirk rasterast êrişî sivîlan kir, di nava sivîlan de kurê min Îsam jî hebû. Dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke din ku li sicîla xwe ya tijî binpêkirin û komkujiyên li dijî gelê me zêde kir.”

Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bêyî ku cudahiyê bixe navbera pêkhateyan êrişan pêk tîne û bi zanabûn binesaziya herêmê dike armanc. Ebdullah da zanîn ku malbatên şehîdan belge û raporên vî sûcî ji gelek dewletên Ewropayê û yên Ereban û NYˊyê re şandine, lê tu encamên berbiçav ji bo darizandina Tirkiyeyê wernegirtine.

Hesen Ebdullah diyar kir ku pêwîst e dewleta Tirk a dagirker ji ber sûc û komkujiyên li dijî sivîlan, nexasim li dijî jinan û zarokan, di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kirine, were cezakirin û ji hêzên navneteweyî daxwaza kir ku bi awayekî cidî tev bigerin ku sînorekê ji van binpêkirinan re deynin.

Li aliyekî din jî hevjîna şehîd Hisên Xilto Evîn Ebdulezîz komkujiya Teqil Beqilê bi kêliyên herî biêş ên di jiyanê xwe de wesif kir û got: "Hevjînê min kesekî sivîl bû, berê xwe da cihê êrişa dewleta Tirk a dagirker da ku birîndaran bibe nexweşxaneyê û wan rizgar bike. Lê êrişa hovane ya berdewam û hedefgirtina rasterast a sivîlan, hevjînê min kir rejî."

Evînê anî ziman ku divê dewleta Tirk a dagirker ji ber van komkujiyan were darizandin û destnîşan kir ku paşguhkirina van sûcên hovane tevkariya bi êrişkaran re ye û gefan li jiyana sivîlan dixwe.

(fr)

ANHA