Şêniyên Reqayê: Hevgirtina pêkhateyan bingeha aramiya Sûriyeyê ye

Şêniyên kantona Reqayê destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan bingeha xurt a ewlehî û aramiya Sûriyeyê ye, nexasim hemwextî gef û hewldanên derxistina fitneyan.

Şêniyên Reqayê: Hevgirtina pêkhateyan bingeha aramiya Sûriyeyê ye
20 mijdar, 2025   03:05
REQA
MIZGÎN ELÎ

Der barê şerê taybet ê li dijî yekbûna pêkhateyan û hewldanên berjewendiyên derve yên derxistina fitneyan de, şêniyên Reqayê diyar kir ku armanca wî şerî parçekirina Sûriyeyê ye.

Buşra Abid got: "Herêma me di aliyê pirrengiyê û jiyana hevbeş a Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û her wekî din de, nimûne ye. Ev pirrengiya ku metirsî hebû bibe sedema parçebûnê, lê ji ber zanabûna gelan ev pirrengî bû hêz û yekbûn.”

Buşra Abid diyar kir ku Rêveberiya Xweser şiyana xwe ya rûniştandina demokrasiyê û pêkanîna edaletê îsbat kiriye.

Rêveberê Meclisa Bajarê Reqayê Îbrahîm El Casim diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan dibe mozaîkeke xurt û got zanabûna şêniyan û israra wan a parastina hevgirtina civakî hişt hemû hewldanên provakasyonan ên li ser medyaya dîjîtal têk biçin û got: "Her pêkhateyek xwe di sîstema xweseriyê de bi rê ve dibe. Serkeftina vê sîstemê ji komînan dest pê dike heta bi desteyên herî bilind.”

Hevseroka Meclisa Şehîd Mustefa El Nekzî ya Reqayê Duha Mihemed got bajarê Reqayê her tim nimûneya mêvanperweriyê bû û hevgirtina pêkhateyên herêmê helwesta siyasî jî li hemberî zextên herêmî û navneteweyî xurt dike.

Duha Mihemed got yekbûna hundirîn ji cîhanê re nimûneya serkeftî ya jiyana hevbeş dide diyarkirin.

Şêniyan destnîşan kir ku hevgirtina civakê bingeha domdariya tecrubeya Rêveberiya Xweser û rûniştandina ewlehî û aramiyê ye.

(mh/fr)

ANHA