DYA’yê komeke çekdar a Iraqê xist lîsteya terorê
Balyozxaneya DYA’yê ya Bexdayê ragihand ku hikumeta DYA’yê koma çekdar a bi navê Ensarula Ewfiya ya Iraqê xistiye nava lîsteya terorê.

Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Bexdayê Alina Romanowski daxuyand ku Wezareta Karên Derve ya DYA’yê koma çekdar a bi navê Ensarula Ewfiya ya Iraqê xistiye nava lîsteya terorê.
Di daxuyaniyê de hate gotin Ensarula Ewfiya ya Iraqê komeke nêzî Îranê ye û ji êrişên li dijî Koalîsyona Navdeteweyî yên li Iraq û Sûriyeyê berpirs e.
Her wiha hatiye diyarkirin ku koma navborî bi dehan caran berpirsyariya êrişên li dijî karmendên leşkerî yên DYA’yê yên li Sûriye û Iraqê girtine ser xwe.