Hêzên Şamê bejahiya Helebê û ya Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bejahiya Helebê û ya Hemayê bi çekên giran topbaran kirin.

Hêzên Şamê bejahiya Helebê û ya Hemayê topbaran kirin
18 hezîran, 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê di saetên serê sibehê de derdora bajarokên Kefer Ema û Qesir ên li rojavayê Helebê ku di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ne, bi çekên giran topbaran kir. Der barê zirar û windahiyan de agahî nehatin dayîn.

Her wiha SOHR’ê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê gundên Qahîre û Enwarî yên Hemayê û gundên Kefer Teal û Kefer Hema yên Helebê jî bi obîsan topbaran kirine.

(bb)