Bi şahî û dîlan keça xwe tev li YPJ’ê kirin

Jina ciwan a bi navê Fîdan Aslan Xelîl ku ji gundê Xirabê Şera yê Efrînê ye û neçar maye koçî Helebê bike, tev li nava YPJ’ê bû. Malbata wê bi vê minasebetê şahiyek li dar xist.

Bi şahî û dîlan keça xwe tev li YPJ’ê kirin
18 hezîran, 2024   11:13
QAMIŞLO

Ji Helebê heta Efrînê, ji Minbicê heta Dêrikê, ji Serêkaniyê heta Girê Sipî ciwanên ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dibînin, di nava refên berxwedana li dijî komkujiyan de ne. Her wiha hin malbat jî zarokên xwe dişînin nava têkoşîna azadiyê.

Yek ji van ciwanan jî Fîdan Aslan Xelîl e ku şahidiya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ya Efrînê kiriye. Fîdan Aslan ji gundê Xirabê Şera yê Efrînê di encama êrişên dewleta Tirk de neçar maye koç bike û li taxa Şêxmeqsud a Helebê bi cih bûye.

Ji ber ku Fîdan tev li nava refên berxwedanê bû, li mala wê şahiyeke biçûk hat lidarxistin. Bi wesîleya tevlêbûnê bavê wê Aslan Mihemed Xelîl axivî û diyar kir ku wan keça xwe ya tekane Fîdan jî tev li têkoşîna azadiyê kiriye.

Fîdan Aslan Xelîl ji mala xwe ya li Helebê derket û li ber dahol û zirneyê xatir ji malbat û xizmên xwe xwest û tev li nava refên YPJ'ê bû.