Di êrişa Artêşa Pasdaran de 8 pêşmerge şehîd bûn

Artêşa Pasdaran a Îranê, bi mûşekan êrişî baregehek ya Komeleya Zehmetkêşan ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir di encamê de 8 pêşmerge şehîd bûn.

Di êrişa Artêşa Pasdaran de 8 pêşmerge şehîd bûn
17 tîrmeh, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran a Îranê, bi mûşekan êrişî baregehek ya Komeleya Zehmetkêşan ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir.

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Komîsyona Nîzamî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê Ebdulla Azerbar, têkildarî êrişê agahiyan belav kir.

Ebdulla Azerbar ji medyayê re ragihand ku danê sibehê bi 6 mûşekan êrişî ser baregeha Zirguwêz ya li sînroê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.

Her wiha diyar kir ku êriş li navenda sereke ya Komeleya Şoreşgeran bû, pêşmerge di wê demê de li erk bûn. Ebdulla Azerbar da zanîn ku di encama êrişê de 8 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn ku dibe hejmara şehîdan zêde bibe.

Li gorî agahiyên destê ajansa me ketine, birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin, birîna du pêşmergeyan girane.

Hêjayî gotinê ye ku danê sibehê bi zêdetirî 5 drone û mûşekan êrişî sînorê Hewlêr û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmaniyê hate kirin. Her wiha dengê teqînan li sînorê Helebceyê jî hate bihîstin.