DYA’yê dest danî ser keştiya Îranê

DYA’yê li Kendava Hurmuzê bi boneya, dorpêça li deryayî binpê kiriye, gule li keştiye Îranê barandin û keştî desteser kir. Îranê gefa bersivdayînê xwar.

DYA’yê dest danî ser keştiya Îranê
20 nîsan, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kendavê rageşiya di navbera Washington û Tahranê de gihîşt asteke nû. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya wan a şer a bi navê USS Spruance, keştiyeke bazirganiyê ya bi ala Îranê gullebaran kiriye û piştre desteser kiriye.

Li gorî agahiyên ku CENTCOMê parve kirine, keştiya bi navê Touska ya Îranê, bi boneya dorpêça Amerîkayê binpê kiriye û ber bi bendereke Îranê ve çûye, hatiye astengkirin. Hat diyarkirin ku tevî hişyariyên 6 saetan jî peywirdarên keştiyê bersiv nedaye bangawaziyan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser vê yekê, destroyera USS Spruance bi topên MK 45 beşa motorê ya keştiyê hedef girt û pergala wê ya tevgerê xirab kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî operasyonê, tîmên taybet ên deryayî derketin ser keştiyê û kontrola wê bi dest xistine.

Îranê li hemberî gulebarana keştiya xwe bertekeke tund nîşan da. Berdevkê Fermandariya Bilind a Leşkerî ya Hatem el-Enbiya, Amerîka bi binpêkirina agirbesta li Kendava Omanê tawanbar kir. Tahranê diyar kir ku keştî ji Çînê dihat û ev çalakiya Amerîkayê wekî korsantiya çekdarî pênase kir. Hat ragihandin ku rêveberiya Tahranê amadekariya bersiv dayînê dike.

Ji ber zêdebûna tevgerên leşkerî, Ofîsa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO), ji bo Tengava Hurmuzê û Kendava Basrayê asta xetereyê derxist asta herî jor. UKMTOyê hişyarî da keştiyên bazirganiyê û destnîşan kir ku rîska êrişên nû û hesabên xelet ên leşkerî pir zêde ye.

Di vê navberê de, fîrmaya deryavaniyê ya Fransî CMA-CGM jî ragihand ku keştiyeke wan li Tengava Hurmuzê rastî guleyên hişyariyê hatiye. Her çend zirar gihîştibe keştiyê jî, hat gotin ku personelên wan di ewlehiyê de ne.

Piştî van geşedanan, Îranê biryar da ku li Tengava Hurmuzê sînorên nû diyar bike. Agahiyên ji herêmê nîşan didin ku liv û tevgera leşkerî ya her du aliyan di astek bilind de ye.