Di êrişa li ser bendereke Rûsyayê de kesek hat kuştin

Di encama êrişa bi dronan a hêzên Ukraynayê de li bendera Tuapse ya Rûsyayê kesek hat kuştin û yek birîndar bû, her wiha zirarên madî çêbûn.

Di êrişa li ser bendereke Rûsyayê de kesek hat kuştin
20 nîsan, 2026   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Krasnodar a Rûsyayê Veniamin Kondratyev îro ragihand ku di êrişeke berfireh a dronên Ukraynayê li ser bendera Tuapse ya li Deryaya Reş  de kesek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Walî ku der barê mijarê de agahî li ser Telegramê diyar kir ku di encama êrişê de şewat di tesîsên benderê de derket û avahiyên li derdorê; baxçeyekî zarokan, dibistaneke seretayî, dêrek û avahiyek niştecihan de zirar dît.

(bb)