Şêniyên Dêrikê di salvegera serkeftina Kobanê de meşek li dar xist

Şêniyên bajarê Dêrikê di meşa salvegera 11’an a serkeftina Kobanê de peyama "Bi rihê serkeftinê û yekitiya gelê Kurdistanê dê planên li dijî Rojava têk biçin" da.

Şêniyên Dêrikê di salvegera serkeftina Kobanê de meşek li dar xist
Şêniyên Dêrikê di salvegera serkeftina Kobanê de meşek li dar xist
Şêniyên Dêrikê di salvegera serkeftina Kobanê de meşek li dar xist
Şêniyên Dêrikê di salvegera serkeftina Kobanê de meşek li dar xist
Şêniyên Dêrikê di salvegera serkeftina Kobanê de meşek li dar xist
26 ÇILE, 2026   15:16
QAMŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 11’an a serkeftina Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê meşek li dar xist.

Girseya li Qada Azadî kom bû, bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava û Kobanê ber bi sûka navendî ve meşiya. Li sûka navendî deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Hediye Yûsif axivî û berxwedana şervanan a li hemberî êrişan silav kir.

Hediye Yûsif destnîşan kir ku gelê Kurd çawa di berxwedana Kobanê ya 2014’an de bi ser ket, dê careke din bi ser keve û dê ev serekftin di rûpelên dîrokî de were nivîsandin.

Hediye Yûsif bi domdarî diyar kir: "Şer li ser me tê ferzkirin da ku herêmê bikişînin nava şerekî mezhebî yê Kurd û Ereban û ewlehiya herêmê têk bibin. Lê ev hewldan dê bi ser nekevin."

Hediye Yûsif anî ziman ku kesên di 2014’an de êrişî Kobanê kirin niha jî êrişî dikin û wiha domand: "Bi rihê berxwedana Kobanê, bi yekitiya gelê Kurdistanê em ê bi ser kevin û li hemberî palanên li dijî nasnameya me tên kirin bi ser kevin."

Hediye Yûsif di dewama axaftina xwe de got: "Gelê me yê Rojava berxwedana rûmet, mirovahî û azadiyê dike. Gelê Kurd gelekî bi hez û têkoşer e. Di piştevaniya Kobanê de cîhanê me nas kir ku em serî ji zulm û qirkirinê re natewînin. Em timî amade ne xwe ji planan biparêzin."

Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Gelê Kurd bûye yek. Bi yekitiyê em ê şer bikin û terorê têk bibin."

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

(b)

ANHA