Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin

Bazara sebzeyan a Kobanê ji ber dorpêça hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komên wê, bi tevahî hatiye girtin. Ev yek bûye sedema kêmbûna sebze û fêkiyan.

Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
Dorpêça li ser Kobanê: Bazara sebzeyan girtî ye, sebze û fêkî peyda nabin
31 ÇILE, 2026   15:21
KOBANÊ

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, 13 roj e li pey hev dorpêçeke tund li ser bajarê Kobanê li kantona Firatê ferz kiriye. Ji ber dorpêçê av, elektrîk û internet li bajêr qut bûye. Vê yekê karesata mirovî xirabtir kiriye û êşa xelkê kûrtir kiriye.

Dorpêçkirinê bandoreke giran li ser hemû aliyên jiyanê, bi taybet ewlehiya xwarinê kiriye. Ji ber dorpêçê bazara sebezeyan bi tevahî hatiye girtin û sebeze û fêkî li bajêr nemaye.

Nûçegihanê me serdana bazara sebzeyan a li Kobanê kir ku dîmenên wê nîşan didin ku hemû dikan girtî ne.

Yek ji firoşkaran got ji ber qedexeya ketina fêkî û sebzeyan bo Kobanê, bazar ji 10 rojan zêdetir e girtî ye. Wî da zanîn ku vê rewşê bandoreke giran û neyînî li ser jiyana şêniyan kiriye û daxwaza rakirina dorpêçê û gihandina xwarin û pêdiviyên bingehîn kir.

Şêniyên Kobanê û bazirganan bang li rêxistinên mirovî kir ku bi lez tev bigerin da ku dorpêçê rakin û ketina xwarin û pêdiviyên bingehîn misoger bikin, da ku rê li ber kareseteke mirovî bigirin.

(k)