Misirê piştgirî da lihevkirina agirbestê li Sûriyeyê

Misirê piştgiriya xwe ji bo lihevkirina di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ragihand û hêvî kir ku lihevkirin bibe gaveke girîng a destpêkirina proseya siyasî ya giştî ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de bigire û yekitî û ewlehiya welat xurt bike.

Misirê piştgirî da lihevkirina agirbestê li Sûriyeyê
31 ÇILE, 2026   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Misirê li ser lihevkirina di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Wezaretê di daxuyaniyê de hêvî kir ku lihevkirin bibe gaveke girîng a destpêkirina proseya siyasî ya giştî ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de bigire û yekitî û ewlehiya welat xurt bike, serdestî û silametiya xaka Sûriyeyê biparêze.

Di daxuyaniyê de hate gotin, helwesta Misirê sabit e; piştgiriyê dide saziyên dewleta nîştimanî, mîsogerkirina ewlehiyeke mayînde ya tevahî welatiyan, parastina mafên wan, xurtkirina hevgirtina nîştimanî û domandina têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê.

Wezaretê destwerdan û êrişên derve red kirin û banga "piştgiriya hewldanên navneteweyî yên bi armanca çareseriyeke siyasî ya giştî û mayînde ji aloziyê Sûriyeyê re ku bibe destpêka pêvajoya çareserî û jinûve avakirinê" kir.

(b)