Li Meksîkayê qezaya trênê: 13 kes mirin

Li Meksîkayê trênek ji xeta xwe derket. Li gorî agahiyên destpêkê 13 kes mirin û 98 kes birîndar bûn.

Li Meksîkayê qezaya trênê: 13 kes mirin
29 kanûn, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyên fermî, şeva borî li eyaleta Oaxaca ya başûrê Meksîkayê trêneke ku nêzî 250 rêwî tê de, ji xeta xwe derket. Li gorî rayedaran, herî kêm 13 kes mirin û 98 kesên din jî birîndar bûn.

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum ragihand ku wê wezîr û berpirs erkdar kirine ku biçin cihê qezayê û piştgiriya pêwîst bidin malbatên qurbaniyan û birîndaran.

Tren ku wek "Korîdora Navokî ya Tehuantepec" tê zanîn, Kendava Meksîkayê û Okyanûsa Pasîfîkê bi hev ve girê dide.

(b)