Dîmenên çalakiyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiyên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşandin.

Dîmenên çalakiyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê
23 kanûn, 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li nêzî Bendava Tişrînê çalakiyên bibandor li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistin. Di encama çalakiyan de bi dehan çete hatin kuştin û gelek erebeyên wan ên leşkerî hatin rûxandin. Çete piştî ku derbên giran xwarin, direvin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiyan û reva çeteyan a li derdora Bendava Tişrînê û gundên nêzî wê weşandin.

(bb)

ANHA