Şêx Murşîd El Xeznewî: Ji bo parastina gel divê partî bibin yek

Şêx Murşîd El Xiznewî li bajarê Girkê Legê bi şêniyan re civiya û bang li wan kir ku bibin yek û teqezî bi yekitiya Kurdan kir da ku daxwazên hevbeş werin bidestxistin û mafên her kesî di siberojê de werin mîsogerkirin.

23 kanûn, 2024   15:11
QAMIŞLO

Şêx Murşîd El Xeznewî têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û girîngiya yekitiya Kurdan li bajarê Girkê Legê di civîneke girseyî de axivî. Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, endamên saziyan û şênî di civînê de amade bûn.

El Xeznewî ji bo parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bang li şêniyan, partiyan û pêkhateyan kir ku bibin yek da ku mafên gelê Kurd werin parastin.

El Xeznewî bang li partiyên Kurdan kir ku berjewendiyên xwe yên partiyetî û teng bidin alî, girîngiyê bidin yekitiyê û got dem hatiye ku Kurd mafên xwe bi dest bixin.

El Xeznewî wiha domand: "Îro dîrokeke nû li Sûriyeyê tê nivisandin. Ji me tê xwestin ku siberoja nifşên xwe binivîsin da ku nebêjin we mafê me ji dest da.”

El Xeznewî teqezî bi girîngiya parastina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pêşxistina wê kir.

(şx/k)

ANHA