Ji Kobanê peyam: QSD misogeriya parastina destkeftiyan e

Partiyên Kurdan êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir Rêveberiya Xweser ji bo her kesî destkeftî ye û QSD misogeriya parastina wan destkeftiyan e.

Ji Kobanê peyam: QSD misogeriya parastina destkeftiyan e
23 kanûn, 2024   14:58
KOBANÊ

Endam û nûnerên partiyên Kurdan ên li bajarê Kobanê li Qada Azadî ya li bajar kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevsorokê Meclisa Kantona Firatê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şêvîn Gulagasî ve hate dayîn.

Şêvîn Gulagasî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan, binesaziya herêmê û hedefkirina rojnamevanan kir û got dewleta Tirk gefên dagirkirna Kobanê dixwe û bi çekên giran û balafirên bêmirov bajêr topbaran û bombebaran dike.

Şêvîn Gulagasî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan, têkbirina vîna gelê Kobanê ye piştî ku bajar bû sembola têkbirina DAIŞ`ê û parêzvanê mirovahiyê.

Sêvîn Gulagasî got: “Pêkhateyên herêmê bi hev re ji destpêka aloziyê ve herêmên xwe parastin. Tecrubeya Rêveberiya Xweser mînaka aramiyê û ewlehiyê ye ku karî zêdetirî 5 milyon mirovan vehewîne, ji ber wê ev tecrube ji bo gelên herêmê tev destkeftiyeke mezin e.”

Gulagasî bang li gelê herêmê kir ku ji her demê bêtir îro piştgiriya QSD`ê bikin. Bang li Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, DYA, Rûsya, Komkara Erebî û NY`yê jî kir ku rê li pêşiyê destwerdanên dewleta Tirk û çeteyên wê bigirin û dagirkeriya wê bi dawî bikin. Her wiha diyar kir ku aloziya Sûriyeyê tenê bi diyalogê dê çareser bibe.

Partiyên ku daxuyanî daye ev in:

Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

(şx/k)

ANHA