Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir

Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê dest bi dermankirinê kir. Nexweşiya sona bandoreke giran li genimê herêmê kiriye.

Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
Meclisa Aborî û Çandiniyê dest bi dermankirina genim kir
13 nîsan, 2025   06:10
REQA
ENES MIHEMED

Di 25’ê Adarê de Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê name ji navendên çandiniyê yên li gundewarên kantona Reqayê re şandibûn û xwestibû ku zeviyên genim kontrol bikin û asta belavbûna nexweşiya sona bişopînin.

Li gorî raporên navendên çandiniyê, xuya bû ku asta belavbûna kêzika sona gihaştiya asta metirsiyê, ji ber ku di her metreçargoşeyeke zeviyên genim de zêdetirî 4 kêzikên sona hatin dîtin.

Kêzika sona (sorghum midge) kêzikeke çandiniyê ye û li genim, ceh û garis dide. Sona kêzikên piçûk in, bi rengê qehweyî an gewr in û bi bask in.

Ji bo pêşîgirtina ziyanên belavbûna vê nexwşiyê, Meclisa Aborî û Çandiniyê dermanê kêzikan (dinametrin) li navendên çandiniyê yên gundewarên kantona Reqayê belav kir da ku dest bi reşandinê bikin. Li kantona Reqayê 13 navendên çandiniyê û 157 kooperatîfên çandiniyê hene.

Serokê Navenda Çandiniyê ya gundê Mezreet Yarub ê Reqayê Elî Silêman diyar kir ku reşandina dermanan ji bo parastina berhemên çandiniyê ye.

Serokê Kooperatîfa Çandiniyê ya gundê El Heêewa Ehmed El Îsa jî hebûna kêzika sona li zeviya xwe û zeviyên cotkarên girêdayî kooperatîfê piştrast kir û got: "Navenda Çandiniyê ya li gundê El Cizre yê Reqayê, bi armanca pêşîgirtina belavbûna kêzikan, dest bi reşandina dermanan kiriye.”

(k)

ANHA