Dibistana Aryen nifşên nû hînî werzîşê dike

Keç û xortên Girke Legê li Dibistana Aryen a werzîşê, hînî gelek cureyên werzîşê dibin.

13 gulan, 2026   06:00
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Dibistana Aryen li gundê Hilêq ê girêdayî Girke Legê hatiye vekirin. Di dibistanê de zarok hînî futbolê dibin. 

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê girîngiyeke mezin dide werzîşê. Ji bo zarok û ciwanan stadyum çêkirine û dibistan vekirine.

Dibistana Aryen a taybet ji bo futbolê sala 2021`an li gundê Hilêq ê Girke Legê hate vekirin. Gundê Hilêq nêzî bajarê Girke Legê, Çilaxa û Tirbespiyê ye. Zarok ji herêma Aliyan bi taybet di betlaneya havînê têne Dibistana Aryen û perwerdeyê dibînin.

PISPORÊN SPORÊ PERWERDEYÊ DIDIN

Li dibistanê bername û pîlansaziyên taybet ji bo futbolê hatine danîn. Pisporên futbolê zarok û ciwanan perwerde dikin.

Her wiha li dibistanê hemû cureyên sporê hene.Li Dibistana Aryen ne tenê waneyên pratîk têne dayîn, her wiha waneyên teorîk li ser disiplîn û rêzgirtinê jî têne dayîn.

NÊRÎNA MAMOSTE Û ŞAGIRTAN

Mamoste Abdulselam anî ziman ku tîma perwerdê zarokan ji aliyê zîhnî û beden ve perwerde dikin. Ew bi riya perwerdê dixwazin ku yetenekên zarok û ciwanan çêbibin û rewşa şagirtan di çarçevê bernameya heyî de tê nirxandin. Her wiha mamoste da zanîn ku ew dixwazin nifşekî werzîşê yê xurt perwerde dikin da ku di dema pêş de li ser asta herêmî û navneteweyî nûnertina herêmê bikin.

Zaroka bi navê Barîn Omer (13) salî ji gundê Xirbê Cihûwa ye. Barîn gelekî ji futbolê hez dike û ev bûye 3`ê sal ku li dibistana Aryen perwerde dibîne. Barîn got ku ew gelekî ji futbolê hez dike û ew ê bibe lîstokvaneke xurt ku nûnertiya herêma xwe bike.

Her wiha zarokê bi navê Hisên Mihemed (13) salî li dibistanê gelekî kêfxweşe û got wî gelekî sûd ji dibistanê wergirtiye û ew dixwazê di futbolê de bibe pispor.

ZAROKÊN 6-16 SALÎ DIKARIN XWE QEYD BIKIN

Zarokên ji 6 salî heyanî 16 salî dikarin xwe li Dibistana Aryen qeyd bikin. Niha 150 zarok li dibistanê perwerde dibînin û betlaneya havînê jî hejmara zarokan digihîjê 300 zarokî.

Di hefteyê de perwerde roja înê û şemiyê tê dayîn. Her wiha li dibistanê zarokan fêrî avjeniyê dikin.

Ji bo zarok xwe li dibistanê qeyd bikin mehane 50 hezar lîreyê Sûriyeyê didin.

ROLA DIBISTANÊ DI PÊŞXISTINA WERZÎŞÊ DE

Rêveber û endamê Komeleya Hilêq a Werzîşê Remedan Remo got li dibistanê yetenekên zarokan derdikevin holê. Her wiha fêrî werzîşê, disiplînê û karê hevbeş dibin. Her wiha bi gelek zimanan fêrî têgehên werzîşê dibin û dema ku di lîstokê de birîn dibin em wan fêr dikin ku xwe çawa derman bikin.

Li Komeleya Hilêq a Werzîşê dibistan û beşeke ku zarokan fêrî avjeniyê dike heye.

Li Dibistana Aryen nifşên nû yên werzîşê têne gihandin.

(np)

ANHA