Îranê Muhammed Ebbasî bi darve kir

HRANA'yê ragihand ku Muhammed Ebbasî ê ku li Îranê di dema protestoyên meha Çileyê de hate girtin, hate bidarvekirin.

Îranê Muhammed Ebbasî bi darve kir
13 gulan, 2026   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku Muhammed Ebbasî ê ku li Îranê di dema protestoyên meha Çileyê de hatibû girtin, hate bidarvekirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beriya darvekirinê ji bo hevdîtina dawî bang li malbata Ebbasî hatiye kirin ku werin Girtîgeha Qêzêlhêsar a li bajarê Kerecê. Lê destûra hevdîtinê ji bo malbatê nehate dayîn.

Piştî ku malbat ji girtîgehê derket, bi rêya telefonê hate ragihandin ku Muhammed Ebbasî hatiye darvekirin.