Di êrişeke çekdarî li Humsê de kesek hat kuştin

Di êrişeke çekdarî ya navbera komek kesan li nêzî taxa El Werid a Humsê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bûn.

Di êrişeke çekdarî li Humsê de kesek hat kuştin
13 gulan, 2026   21:16
HUMS

Nûçegihanê me ji Humsê daxuyand ku vê êvarê di êrişeke çekdarî ya navbera komek kesan li nêzî taxa El Werid de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçegihan, nakokî ji nişka ve mezin bû, gule hatin avêtin.

Piştî bûyerê, saziyên ewlehiyê berê xwe da cihê bûyerê û dorpêçek ewlehî ferz kir.

Li Humsê bûyerên ewlehiyê weke qetilkirin û revandinê zêde dibin. Şênî banga xurtkirina tedbîrên ewlehî û dîsîplînkirinê dikin.

(fr)

ANHA