Di tunelên berxwedanê de coşa 8'ê Adarê

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tunelên berxwedanê bi coş mezin pîroz kirin.

Di tunelên berxwedanê de coşa 8'ê Adarê
10 adar, 2025   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Pîrozbahiya bi coş û watedar bi bernameyeke taybet a gerîla destpê kir.

Di dîmenên pîrozbahiyê de tê dîtin, gerîla bi kelecan û coş amadekariyan dikin.

Gerîla ku rûyê hev bi pûşiyan dinixumînin, bi ken nîşaneya serketinê dikin û ji tunelê ber bi qada pîrozbahiyê ve diçin.

Li ber stranên Kurdî dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind dibe.

Li qada pîrozbahiyê di axaftinan de roja jinên kedkar ên cîhanê tê silavkirin û dilsoziya bi Rêber Apo û jinên berxwedêr re tê nîşandan.

Piştre gerîlayên jin bi hev re stranên Kurdî dibêjin û govendê digerînin.