Şêniyên Çiyayê Kezwanê 8'ê Adarê pîroz kir

Şêniyên herêma Çiyayê Kezwanê û pêkhateyên bajarê Til Temirê 8'ê Adarê pîroz kir û destnîşan kir ku jinan di hemû aliyan de xwe îsbat kir, nexasim di berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de.

10 adar, 2025   17:11
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) yên bi dirûşma bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî ber bi avakirina Sûriya demokratîk ve" de, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyeke girseyî li bajarokê Gira yê herêma Çiyayê Kezwanê ya kantona Cizîrê li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan şêniyên bajarok û gundên bajarê Til Temir û herêma Çiyayê Kezwanê, endamên saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdar bûn.

Destpêkê peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 8'ê Adarê ku tê de rola jinan di têkoşîn û berxwedanê de hatiye teqezkirin, hat xwendin.

Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got: "Têkoşîna jinan a gelek salan ne tenê ji bo mafên wan, lê belê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk e."

Gulîxan wiha domand: "Em îro dibînin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav rêxistinên jinan de tê dikoşin û di hemû aliyên siyasî û leşkerî de cih digirin. Her wiha dengê gelê xwe di civînên navneteweyî de radigihînin û doza mafên xwe yên ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk dikin."

Gulîxan berxwedana şervanên jin ên li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, silav kir.

Di dawiya şahiyê de Koma Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê stran gotin û govend hatin gerandin.

(mh/fr)

ANHA