Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin

Çalakvanên jin û çalakvanên mafên mirovan di civînekê de li Qamişloyê zagona malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotûbêj kir.

Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
Bi boneya 8`ê Adarê zagonên jinan hatin gotûbêjkirin
10 adar, 2025   15:55

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Komeleya Sawîşka, bi dirûşma “Jin li Rojhilata Navîn” bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civînek li dar xist.

Civîn li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, Komîteya Têkiliyên Meclisa Jinên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ermen û Meclisa Sûriyeya Demokratîk hate lidarxistin.

Di civînê de sînevizyonek der barê dîroka jinan û xebat û çalakiyên Rêxistina Sara de hate nîşandan.

Mijara yekemîn a civînê bi moderatoriya rêvebera Rêxistinê Sara Arzo Temo hate pêşkêşkirin. Arzo bi kurtî li ser sedemên diyarkirina roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê axivî. Her wiha zagona malbatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin.

Arzo da zanîn ku ev zagon jinan ji tundiyê diparêze û bûye mertal ji bo parastina jinan. Her wiha sedemên guhertina navê Zagona Jinan bo Zagona Malbatê şîrove jî kir û got: "Di Zagona Malbatê de xal û bendên ji bo hesabpirsîna kesên tundiya li ser jinan pêk tînin hene, her wiha yên der barê pirjinî û zewaca biçûkan jî qedexe dike hene.”

Mijara duyemîn a civînê bi moderatoriya endama Komeleya Sawîşka Îbtîsal El Hesen hate gotûbêjkirin. Îbtîsalê bal kişand ser armanc û erkên komeleyê.

Di civînê de her wiha li ser mijarên girêdayî vê qadê hatin gotûbêjkirin.

(k)