Di topbarana Îsraîlê ya li ser maleke li Xezayê 8 kes hatin kuştin

Çavkaniyên medyayî yên Filistînî îro sibê ragihandin ku di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de li ser maleke li bakurê Xezayê de 8 kes hatin kuştin.

Di topbarana Îsraîlê ya li ser maleke li Xezayê 8 kes hatin kuştin
26 adar, 2025   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El Eqsa ragihand ku "di nava kuştiyan de 5 zarok hene ku hejmareke din jî birîndar bûne. "

Li gorî rayedarên tenduristiyê yên li herêmê, ji dema ku Îsraîlê hefteya borî dîsa i xwe yên li ser Xezayê destpê kir, nêzî 700 Filistînî hatine kuştin.