Zêdebûna arîşeyên cîhanî û guhertina hevsengiyan

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku aloziyên navdewletî û herêmî li gel veguhertinên siyasî û leşkerî, zêde dibin, ku dikarin dîmena cîhanê ji nû ve teşe bikin. Her wiha tirsa şerê cîhanî yê sêyem zêde dibe. Aloziya navxwe ya Tirkiyeyê jî zêde dibe.

Zêdebûna arîşeyên cîhanî û guhertina hevsengiyan
26 adar, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî îro der barê tirsa şerê cîhanê yê sêyem, derbasbûna Israîlê bo başûrê SÛRIYEYÊ Û KIRÎZA NAVXWEYÎ YA TIRKIYEYÊ KIRIN.

Ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve

Rojnameya El Xelîcê behsa tirsa Şer; cîhanê yê sêyemîn kir. Rojnameyê destnîşan kir ku dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem bi bikaranîna bombeya atomê li Hîroşîma û Nagazakî ji bo cîhanê bo şokek mezin, di encamê de pêşbirka pêşxistina çekan zêde kir û bû sedema serweriya Amerîkayê li ser sistema cîhanî.

Rojnameyê destnîşan kir ku îro cîhan di rûbirûyê şereke nû ye, ku çekên bi tirs ne tenê yên nukleer e, lê niha çekên Jîriya Çêkirî wekî metirsiyek nû derketiye holê ku dikare pevçûnên leşkerî bi awayekî radîkal veguherîne, ji bombeya nukleerî ne kêmtir xeternak e.

PLANA ÎSRAÎL JI BO HEBÛNA MAYÎNDE LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ: GÊZER Û DAR... TANK Û PERE.

Rojnama El Ereb a Londonê, behsa derbasbûna Îsraîlî bo başûrê Sûriyê kir, ku tê de artêşa Israîlî êrişên asmanî li ser cihên leşkerî yên Sûriyeyê li Deraa pêk anîn, di çarçoveya stratejiyekê de ku armanca wê hebûna Îsraîlê ya berdewam li herêmê ye.

Rojnameyê diyar kir ku Îsraîl hewl dide hikûmeta nû ya Sûriyeyê ku wê weke "tundrew" dibîne, qels bike. Di heman demê de bi pêşkêşkirina alîkariyên aborî û soza başkirina şert û mercên jiyanê hewl dide piştgiriya gelê herêmê bi dest bixe

NEOFAŞÎZMA TIRKIYEYÊ

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê û diyar kir ku ji ber zêdebûna zextên li dijî mûxalefetê û astengkirina azadiyan, welat di qonaxeke xeternak de derbas dibe.

Rojnameyê diyar kir ku dibe ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan êdî desthilta xwe ya siyasî tund dike, mîna ya ku rejîma Sûriyeyê di sala 2011an de kir, tirs zêde dike ku Tirkiye bikeve nav aloziyên navxweyî yên xeternak ku dikare bibe rûbirûbûnek eşkere di navbera hikûmet û opozîsyonê de.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevgera gelêrî ya Tirkiyeyê her ku diçe bala cîhanê dikşîne, ji ber ku serkeftina wê ya li dijî desthilatdariya otorîter de dikare bibe xaleke girînd di têkoşîna gerdûnî ya li dijî Eeofaşîzmê, her wiha tepisandina wê dikare Tirkiyeyê ber bi desthilatdariya otorîter a kûrtir ve bibe.

(k)