MSD û êlên Reqqayê siberoja herêmê di Sûryeya nû de gotûbj kirin

Rûspiyan li Reqayê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di civînekê de mîkanîzma beşdarbûna di biryardanê de û siberoja herêmê di Sûriyeya nû de gotûbêj kirin.

MSD û êlên Reqqayê siberoja herêmê di Sûryeya nû de gotûbj kirin
26 adar, 2025   09:09
REQA

Di çarçoveya cîbicîkirina encamên civîna dawî ya di navbera MSD`ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser de, û di çarçoveya xebatên xurtkirina diyalogê bi civaka xwecihî re, MSD`ê ji bo şêx û rûspiyên li Reqayê civînek li dar xist.

Di civînê de mekanîzmayên beşdarbûna civaka xwecihî di biryardayînê de ji bo siberoja Sûriyê ya nû hatin gotûbêjkirin.

Hevserokê Nivîsgeha pêwendiyên giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî berşdarî civînê bû. Beşdarên  civînê bal kişandin ser girîngiya beşdarbûna civaka xwecihî di pêvajoya siyasî de. Her tekez kirin ku divê çarçoveyek were pêkanîn ku nûnerên komên curbicur ên civakî, çandî, siyasî û olî û saziyên civaka sivîl tê de cih bigire, ji bo bihêzkirina rola civakê di biryardanê de.

Her wiha zwestin ku civînên berfireh ji pêkhateyên siyasî, çandî, jin û civakî re berdewam bin ji bo misogerkirina nûnertiya hemû pêkhateyan û xurtkirina rola wan di avakirina siberoja herêmê û cihê wê di Sûriyeya siberojê de.

(k)