Di şewata li nexweşxaneyeke li Îranê de 9 kes mirin

Vê sibehê li bajarê Raht ê li bakurê Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket. Di şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di şewata li nexweşxaneyeke li Îranê de 9 kes mirin
18 hezîran 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku li bajarokê Raht ê paytexta eyaleta Gîlanê serê sibehê agir bi Nexweşxaneya Gaemê ketiye.

Li gorî rayedarên nexweşxaneyê, di encama şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî heman çavkaniyan, li nexweşxaneyê di dema şewatê de 142 nexweş hebûne.

Di Mijdara 2023’yan de li heman eyaletê li navendeke ciwankariyê ya li bajarokê Langarudê di encama şewateke mezin de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Di Hezîrana 2020’î de jî li bakurê Tehranê agir bi gazên tupê yên li klînîkekê ketibû û di şewatê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dabû.