Bîlançoya îro ya şerê li Xezayê: 17 filistînî hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê li wargehên Nisêrat û Birêc ên Xezayê 3 mal bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 17 filistînî hatin kuştin.
![Bîlançoya îro ya şerê li Xezayê: 17 filistînî hatin kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_66715a3bda6d6.jpg)
Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê barbanga îro li wargehên Nisêran û Birêc ên Xezayê 3 mal bombebaran kirin. Di bombebaranê de 17 filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi balafirên bajarê Dêr Belehê û bombebaran kirin û taxên rojavayê bajarê Refehê bi obîsan kirin armanc.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê duh daxuyandibû ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve, 37 hezar û 347 filistînî di şerê li Xezayê de hatine kuştin û 85 hezar kes jî birîndar bûne.
(bb)