Di şerê Ukraynayê de nêzî 300 leşkerên Koreya Bakur hatin kuştin

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de nêzî 300 leşkerên Koreyaya Bakur hatin kuştin û 2 hezar û 700 jî birîndar bûne.

Di şerê Ukraynayê de nêzî 300 leşkerên Koreya Bakur hatin kuştin
13 ÇILE, 2025   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Koreya Başûr Lee Seung-kyun piştî civîna li gel ajansa sîxuriyê ya Seulê ji rojnamevanan re axivî. Parlamenter got, "Li gorî tê texmînkirin, hejmara qurbaniyên hêzên Koreya Bakur 3 hezar derbas kiriye. Di nav wan de nêzîkî 300 kuştî û 2 hezar  û 700 birîndar hene."

Parlamenterê Koreya Başûr her wiha got, "wisa xuya ye ku rayedarên Koreya Bakur ji leşkerên xwe xwestine ji bo dîl neyên girtin bi teqînan xwe bikujin."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yonhapê ku agahiyên xwe ji Dezgeha Îstixbarata Neteweyî wergirtine, niyeta leşkerên Koreya Bakur ên dîl hatine girtin a hatina Koreya Başûr tune ye, lê Koreya Başûr dê di vê mijarê de bi Ukraynayê re hevkariyê bike.

(bb)

ANHA