Jendermeyên Tirk welatiyek qetil kir û yek din birîndar kir

Jendermeyên Tirk ên li ser sînor, welatiyek bi îşkenceyê qetil kir û yekî din jî birîndar kir.

Jendermeyên Tirk welatiyek qetil kir û yek din birîndar kir
13 ÇILE, 2025   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Du welatiyên sûriyeyî dema hewl dan di aliyê bajarê Kobanê de derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin zeftkirin û îşkence li wan hat kirin. Hate diyarkirin ku welatiyek hat qetilkirin û yê din jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, navê welatiyê hatî qetilkirin Mihemed Xelef Rebîha ye, ji bajarê Hemayê ye lê li bajarê Reqayê dimîne.

(bb)

ANHA