Di şerê eşîran de zarokek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn

Li gundewarê Humsê di encama şerê li ser milkiyeta erdekî de zarokek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Di şerê eşîran de zarokek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn
17 tebax, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li devera Suxna ya gundewarê Humsê eşîra El Meharîşa û eşîra El Mesabîh li ser milkiyeta erdekî bi hev ketin.

Di pevçûna ku çek tê de hatin bikaranîn zarokek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxane û navendên tenduristiyê yên herêmê.

Piştî pevçûnê alozî derket. Metirsî hene ku qada şer berfireh bibe. Şêniyan banga destwerdanê li hêzên ewlekariyê kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka îsal (2026) ve di encama şerên malbatî û eşîrtî de 90 kes hatine kuştin û 195 kes birîndar bûne.

(bb)