Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin

Di komxebata hunerî ya ku bi boneya sedsaliya bajarê Qamişlo hatiye destpêkirin de, 15 şêwekar tabloyên ku kevneşopî, kesayet û kolanên kevin ê bajêr nîşan didin amade dikin. Dê berhemên komxebatê di pêşangeheke hunerî li pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê de bên pêşandan.

Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
Şêwekar bîranîna sedsaliya Qamişloyê di tabloyên xwe de dineqişînin
18 tebax, 2026   05:55
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bi boneya sedsaliya bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê, Yekîtiya Şêwekaran li Cizîrê û Komîna Şêwekariyê di 15`ê Tebaxê de di bin dirûşma “Bi hev re em bi rihê huner û berxwedanê siberoja bajarê xwe xêz bikin” dest bi komexbateke hunerî kir. Ev komxebat heta 20`ê Tebaxê roja salvegera 100`emîn a bajarê Qamişlo didome.

15 şêwekariyên jin û mêr beşdarî komxebatê bûn, her yek ji wan li gorî lênêrandina xwe tabloyên xwe xêz dikin, bi xebatê xwe dîroka bajêr belge dikin, bîranînên bajêr di navbera dema borî û ya niha de vediguherînin xebateke hunerî.

Têkildarî birêxistinkirina çalakiyê, Hevseroka Komîna Şêwekariyê Solîn Osê ji ajansa me re axivî û sedsaliya damezrandina bajarê Qamişlo pîroz kir.

Solîn Osê got: “Me xwest bi rêya tablo û rengan, pê re hestên xwe dîrokê bînin bîrê, her şêwekarek wê bi rêbazê xwe yê taybet tabloya xwe xêz bike. Bi rengan resenî û bîra bajêr bide nasîn, wê tabloyên xwe li gorî dîrok, floklor û çanda gelê wê saz bike.”

HER TABLOYEK WÊ GIYANÊ BAJÊR Û RENGÎNIYA WÊ DERXÎNE HOLÊ

Şêwekarê bi navê Welîd Murad wiha got: “Em îro beşdarî komxebatê bûne, em ê bi rêya tabloyên xwe mohrên xweşik ên her kesê ku li bajêr jiyan kirine bi bîr bînin. Ez wêneyê helbestvanê Kurdistanî Cegerxwîn ê ku xwedî mohreke mezin li Qamişloyê dineqişînim.”

Şêwekar Rojîn Ehmed jî ku wêneyê jineke bi cil û bergên Kurdî dineqişîne, bi taybet cil û bergên jinên Qamişloyê got: “Qamişlo bi pirrengiya xwe ya çandî û pêkhateyên xwe yên ji hev cuda tê naskirin, ew bi cil û bergên xwe yên Kurdî û hurgiliyên xwe yên ciyawaz tê naskirin.”

Li gorî agahiyan dê berhemên komxebatê di pêşangeheke hunerî di rojên pîrozbahiya sedsaliya bajarê Qamişlo ya ku dê 20`ê Tebaxê pêk were, bê lidarxistin.

(sb)

ANHA