Îmad Teteryan: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya krîza Sûriyeyê ye

Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermen Îmad Teteryan bang li hikumeta veguhêz a Şamê kir ku bi mafên hemû pêkhateyan îtîraf bike û binpêkirinên li dijî wan rawestîne. Teteryan got projeya Rêveberiya Xweser ji bo krîza Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e, ji ber ku mafên hemû pêkhate, ol û taîfeyan misoger kirine.

Îmad Teteryan: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya krîza Sûriyeyê ye
25 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Hemwextî guhartinên siyasî yên li Sûriyeyê û bilindbûna bangên pêkhateyan ji bo îtîrafkirina bi mafên wan û avakirina dewleteke demokratîk, sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermen Îmad Teteryan ji ajansa me re axivî û bal kişand ser zehmetiyên gelê Ermen û yên tevahî pêkhateyên din ên Sûriyeyê.

‘JI BO GELÊ ERMEN GAVEKE DÎROKÎ YE’

Di serî de Teteryan li ser lidarxistina konferansa damezirîner a partiyê got ew konferans ji bo gelê Ermen gaveke dîrokî bû û di çarçoveya parastina wî de hat avêtin. Teteryan teqezî bi domandina têkoşînê ji bo yekrêziya Ermenan û parastina gelên bindest da.

Teteryan bang li hikumeta veguhêz a Şamê kir ku bi mafên hemû pêkhateyan îtîraf bike û got gelê Ermen jî wekî Kurd, Suryan, Aşûr, Durzî û Elewiyan beşek sereke ji gelê Sûriyeyê ye.

Teteryan wiha domand: "Hikumetê digot rejîma Baas zordest e lê belê ew bi xwe îro heman siyasetên rejîma Baasê dide meşandin, hin caran jî ew wan siyasetan derbas dike.”

Teteryan banga rawestandina binpêkirin û qirkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê û îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser kir û got: "Partiya Yekitiya Ermen çareseriya rastîn a krîza Sûriyeyê di projeya Rêveberiya Xweser de dibîne, ji ber ku ew proje mafên hemû pêkhate, ol û taîfeyan misoger dike.”

Teteryan diyar kir ku divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hişmendiya dewleta giştî bi kar bîne, ne hişmendiya kînsaxkirinê. Her wiha Teteryan kiryarên saxkirina kînê û talankirinê şermezar kirin û got ku divê erkê artêşê parastina ewlehî û rûmeta welatiyan be, ne êrişkirina li dijî wan ji ber ku binpêkirina rûmeta welatiyan dihêle tu ferq û cudahî di navbera vê desthilatê û ya rejîma Baas a berê de tune be.

Îmad Teteryan destnîşan kir ku Partiya Yekitiya Ermen daxwaza îtîrafa fermî bi Qirkirina Ermenan a ku ji aliyê Osmaniyan ve hatiye pêkanîn û destekdayîna doza Ermenistana rojavayî kir.

Li ser destûra nû ya Sûriyeyê Teteryan got ji bo îtîrafkirina bi mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî misogerkirina mafên neteweyî û olî yên gelê Ermen, parastina dêrên mesîhiyan û parastina mesîhiyên li herêmên hikumeta veguhêz, diyalog tên lidarxistin

Di dawiya axaftina xwe de Teteryan got armanca sereke ya partiyê parastina yekbûna gelê Sûriyeyê, îtîrafkirina hikumetê bi hemû gelên herêmê, misogerkirina mafên hemû pêkhate û olan û avakirina dewleta Sûriyeyê ya demokratîk û giştî.

(mh)

ANHA