PCCWSˊê êrişa Sebûre şermezar kir

PCCWSˊê êrişa li dijî gundê Sebûre yê herêma Selemiyê ya Hemayê şermezar kir, bang li Kongreya Amerîkayê û NYˊyê kir ku tedbîrên pêwîst bigirin û sozên xwe yên parastina sivîlan pêk bînin.

PCCWSˊê êrişa Sebûre şermezar kir
20 kanûn, 2025   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Siyasî ya Navend û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) bi daxuyaniyekê êrişên qetilkirinê yên sîstematî şermezar kirin û banga lez a bidawîkirina qetilkirin û êrişan kir. PCCWSˊê diyar kir ku  hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa vê mezhebeperestiyê û hêrsa gel a li dijî hev du ye.

PCCWSˊê bang li 134 endamên Kongreya Amerîkayê yên ku belgeya "parastina hindikahiyan" îmze kiriye, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku biryara bi hejmara 2799ˊan pêk bînin, tedbîrên pêwîst li hember sozdayîna parastina sivîlan û cezakirina sûcdaran bigirin.

Meclisê bang li 134 endamê parlamentoya Amerîkayê yên ku li ser belgeya "parastina kêmneteweyan" îmze kiriye kir, her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku xwedî li erkê parastina sivîlan û hesabxwestina ji sûcdaran derkevin.

Di dewama daxuyaniya xwe de PCCWSˊê anî ziman ku hikumeta veguhêz bi zanabûn gel ber bi rageşiyê û kîndariyê ve dibe.

PCCWSˊê piştgiriya xwe ji bo her tevgerên aştiyane ya li navevend û rojavayê Sûriyeyê nîşan da.

Daxuyaniya PCCWSˊê di demekê de hat parvekirin ku çekdarên nenas êrişî sivîlên gundê Sebûre yê herêma Selemiyê ya Hemayê kir, di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûbûn.

(mh/fr)