Babetên girîng ên hefteya borî yên rojnameyên erebî

Di babetên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa rakirina cezayan li ser Sûriyeyê, hewlên dîplomsî û siyasî yên li Lubnanê ji bo dûrketina ji şer û danûstandinên bidawîkirina şerê Ukraynayê hat kirin.

Babetên girîng ên hefteya borî yên rojnameyên erebî
21 kanûn, 2025   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî di babetên xwe de bal kişandinbû ser rewşa Sûriyeyê ya piştî rakirina cezayan, pêşdeçûnên li Lubnanê û şerê Ukraynayê. 

‘RAKIRINA CEZAYAN GAVEKE YEKEM E, LÊ SERKEFTINA NAVXWEYÎ ÇI YE?’

Rojnameya El Ereb ku cih da rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û diyar kir ku “rakirina cezayan ne dawiya rê ye, lê destpêka ceribandineke rasteqîn a veguherandina siyasî bo vejîneke nîştimanî ya berfireh e”.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Divê ev kêlî veguhere nirxandineke berfireh a polîtîka û pêşîniyan, derî ji bo rexneyên avaker, çapemeniya azad û beşdariya siyasî veke.”

Li gorî rojnameyê, demokrasî û şefafî garantiyên aramiyê û avakirina baweriyê ne.

‘DI NAVBERA ‘NÊRÎNA PARÎSÊ Û XWESTEKA WASHINGTONÊ’ DE YEK RÊ HEYE; LUBNAN DÊ HERE NORMALÎZEKIRINÊ’

Rojnameya El Liwaa bal kişand ser rewşa Lubnanê û diyar kir ku li Lubnanê lêvebûneke siyasî û ewlehiyê li ser pêşniyarên navneteweyî xuya dike, piştî serdanên zêde yên nûnerên rojavayî û Ereb, bi taybetî yên Fransayê.

Rojnameyê diyar kir hêzên navneteweyî li ser 2 mijarên Lubnanê dixebitin; dosyaya ewlekariyê li başûr û dan û standinên nerasterast bi bi Îsraîlê re. Ev yek hewcedariya Lubnanê ji bo piştgiriya derve nîşan dide.

UKRAYNA: GARANTÎ Û TAWÎZ!

Rojnameya  El Xelîc cih da dan û standinên berdewam ên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê û hewldanên ji bo pêkanîna peymaneke aştiyê.  Rojnameyê bal kişand ser nakokiya sereke di navbera geşbîniya Amerîkî û Ewropî ya der barê pêşveçûna dan û standinan de, li aliyekî û israra Ukraynayê ya li ser neterikandina axa xwe di berdêla agirbestê de li aliyê din.

Li gorî rojnameyê, geşbîniya Amerîkayê ya der barê îhtîmala gihîştina peymanekê di demek nêzîk de rûbirûyî astengiyên bingehîn tên, astenigya sereke jî ew e ku Kîev tevî zextên Amerîka û Eweroapyê qebûl nake li beramberî agirbestê dest ji Donetsk û Luhanskê berde.

Rojnameyê diyar kir ku ’’netevlîbûna Ukraynayê bo NATO’yê niha hemen encamek diyarkirî ye. Di heman demê de garantiyên ewlehiyê yên alternatîf hîn jî xalek nakokiyê ne. Ev  yek di demekê de tê kirin ku Ewropa hewl dide hebûna xwe ya siyasî û ewlehiyê xurt bike. Di heman demê de Washington dixwaze beşdariya xwe ya rasterast kêm bike. Ev guhertinek stratejîk nîşan dide ku dikare bibe sedema guhertinên kûr ên jeopolîtîk di avahiya hevpeymaniya rojavayî û têkiliyan de bi atlantîk."

(fr)