Rojevên hefteyekê yên rojnameyan

Rojnameyan nivîsî ku lihevhatina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Şamê de hêviyên Kurdan ji bo avakirina cureyek xweseriyê an jî berfirehkirina nenavendîbûnê zêde kiriye. Her wiha têgihîştinek di navbera rêkeftinê û şer de di derbarê rewşa Îranê de pêkan e. Washington jî hewl dide bandora Îranê li Iraqê kêm bike.

Rojevên hefteyekê yên rojnameyan
22 sibat, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî li ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê, danûstandinên Amerîka-Îranê û rewşa li Iraqê nivîsîn.

‘KURDÊN SÛRIYEYÊ HÊVIYA XWE WINDA NAKIN’

Rojnameya El Exbar li ser bandorên peymana dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de nivîs û destnîşan kir ku pêkanîna peymanê hêviyên Kurdan ji bo avakirina cureyek rêveberiya xweser an jî berfirehkirina nenavendîbûnê li parêzgeha Hesekê vejandiye.

Li gorî rojnameyê, axaftin li ser entegrekirina QSD û saziyên wê yên rêveberiya xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de û parastina taybetmendiyên van saziyan jî têne kirin. Rojnameyê cih da daxuyaniyên fermandarê giştî yê QSD û berpirsa têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ku teqeziyê li ser israra şeklê ku tevkariyê bi dewletê re mîsoger dike û destkeftiyan diparêze dikn.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser daxuyaniyên Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ên piştgiriya Kurdan, pêwendiya telefonê ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê demkî Ehmed El Şeri, her wiha beşdariya şandeyeke Kurdî di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de û diyar kir ku ev helwest hemû derfeta ku bigihîjin formula rêveberiyeke nîv xweserî ku dê ji hêla îdarî ve bi hikûmeta navendî ve girêdayî be, xurt kir.

DANÛSTANDINÊN NÛ DI NAVBERA DYA`Ê Û ÎRANÊ DE... LIHEVKIRIN LÊ ŞER?

Der barê dosyaya Îran û DYA`ê de , rojnameya El Nahar behsa atmosfera gera nû ya danûstandinan li Cenevreyê, kir. Rojnameyê behsa geşbîniya Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqchi derbarê îhtîmala pêşketinê ber bi peymanekê ve kir. lê di heman demê de Îsraîl şertên xwe yên hişk ên têkildarî bernameyên nukleerî û mûşekan domand. Rojnameyê behsa "vebijarka sêyem" kir, ango peymanek taktîkî bêyî çareseriyek berfireh, pêk were da ku aloziyê kêm dike. Ev yek dê her du alî ji pevçûnek vekirî dûr bixe.

 ‘DYA Û IRAQ: RÛBIRÛBÛNA BANDORA ÎRANÊ’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser biryardariya DYA’yê ya bidawîkirina bandora Îranê li Iraqê û îdia kir ku redkirina a vegera Nûrî El Malikî bo serokwezîriyê ji aliyê serokê DYA’yê Donald Trump ve nîşan dide ku DYA piştî salan ji berfirehkirina bandora Îranê, ji nû ve bicihkirina xwe li Bexdayê nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, rêveberiya DYA’yê kêmkirina bandora Îranê li Iraqê wek deriyekî ji bo bidawîkirina projeya wê ya herêmî dibîne, bi taybet ji ber guhertinên ku di salên dawîn de li qadên Sûriye û Lubnanê rû dane.