Serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li Derayê hate kuştin

Çekdarên nenas li bajarokê "Osman" li gundewarê navenda Derayê rasterast gule li serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê reşandin, ji ber birînên wî yên giran jiyana xwe ji dest da.

Serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li Derayê hate kuştin
21 sibat, 2026   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çevdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku çekdarên nenas rasterast gule li  serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li bajarokê "Osman" li gundewarê navenda Derayê barandin û ew ji ber birînên xwe yê giran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR`ê, kesê qurbanî serokê berê yê Yekîtiya Werzîşê li bajarê Derayê bû.

(ac)

ANHA