Di rojnameyên erebî yên hefteyekê de mijarên girîng

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên nêzîkbûna bi Şamê re, teqandina cîhazên banglêkirinê yên Hizbullah, lihevkirina Rûsya û Îranê û gefên Moskovê ji rojavayiyan re kir.

Di rojnameyên erebî yên hefteyekê de mijarên girîng
22 îlon, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹMISIR JÎ KETE NAVA NAVBEYNKARIYA ENQERE Û ŞAMÊʹ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Misir jî kete nava navbeynkariya di navbera Enqere û Şamê de" weşand.

Rojnameyê bal kişand ser hevdîtina sekreterê Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu ya li Şamê bi Beşar El Esed re û diyar kir ku hemwextî wê wezîrê karên derve yê Misirê Bedir Ebid El Atî serdana Moskovê kiriye û bi wezîrên karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyaye.

Rojnameyê diyar kir ku beriya van serdanên hemwext, dewleta Tirk têkildarî pêşketina normalîzekirina bi Şamê re, gelek daxuyanî dabûn.

Rojnameyê di heman demê de îşaret bi daxuyaniya serokatiya hikumeta Şamê kir ku El Esed bi mêvanê xwe re "komeke dosyayên têkildarî ewlehiya navneteweyî û herêmî" nîqaş kirine. Ji Moskovê jî wezîrên Rûs û misirî ji bo bidawîkirina aloziya li Sûriyeyê teqezî bi girîngiya berdewamkirina hevkarî û koordîneya di navbera Rûsya û dewletên Ereban de kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo Misirê û dûre serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî serdana Tirkiyeyê kir, têkiliyên di navbera her du welatan de ji nû ve geş bûn û piştî wê Misir kete nava navbeynkariya di navbera Enqere û Şamê de.

Rojnameyê da zanîn ku hemwextî van geşedanan, dewleta Tirk di her firsendekê de daxwaza xwe ya ji bo biserxistina normalîzekirina bi Sûriyeyê re aşkera dike.

ʹHIZBULLAH DI AŞKERAKIRINA SIRÊN ANÎNA CIHAZÊN BANGLÊKIRINÊ DE KETIYA NAVA BELAYÊʹ

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Hizbullah di aşkerakirina sirên anîna cîhazên banglêkirinê de ketiya nava belayê" weşand.

Rojnameyê destnîşan kir ku şîrketên navên wan wek beşeke anîna cîhazên banglêkirinê hatine bibîrxistin, diyar kirin ku tu têkiliya wan bi van cîhazan tune ye. Vê daxuyaniyê Hizbullah bi fişarekê re rû bi rû hişt ku kesên ev cîhaz çêkirine yan jî veguhastine û yên destê wan di teqandina cîhazan de hene, aşkera bike û hate gotin: “Gelo toreke din a veşartî ye ku Hizbullah naxwaze aşkera bike da ku tora peydakirina van amûran û aliyê hevkar, deşîfre nebe?”

Reutersê agahiyên xwe spartin çavkaniyeke lubnanî û ragihand ku bêtêlên vê hefteyê teqiyane, di bateriyên wan de madeya BITN bi rêbazekê ku neyê keşfkirin hatiye bicihkirin û ew made jî bi hêz diteqe.

‘PEYMANA NUKLEER A NEPEN A DI NAVBERA MOSKOV Û TEHRANÊ DE HÊZÊN ROJAVAYΠDIXE NAVA FIKARAN’

Tora El Erebiya îşaret pê kir ku îhtîmala peyameke Rûsya-Îranê ya der barê nukleerê de hêzên rojavayî dixe metirsiyê. Hate gotin: "Li gorî peymanê Îranê dê teknîkên pêşketî yên di warê nukleeriyê de li beramberî mûşekên balîstîk bi dest bixe. Rojavayî  dibêjin ku Tehran ev mûşek dane Moskvo da ku di şerê li dijî Ukraynayê bi kar bîne. Li gorî rojnameya Guardian a brîtanî  her du aliyan ev agahî derewandin."

Hate diyarkirin ku her çi qas her du aliyan ev agahî derewandibin jî lê îhtîmala ku peymaneke wisa hatibe îmzekirin, hêzên rojavayî xistiye nava fikaran.

MOŞEKÊN UKRAYNAYÊ XETÊN SOR ÊN PÛTÎN DERBAS KIRIN

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku piştî hişyariya dawîn a serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji rojava re ku ya herî hişk tê hesibandin, gelo şerê mezin nêzîk bûye?

Li gorî rojnameyê Kremlînê ragihand ku li hember "biryara Rojava ya ku li pişt deriyên girtî tê dayîn, êdî sebra Rûsyayê nemaye".

Rojnameyê da zanîn ku Moskov piştrast bûye ku NATO`yê rê daye Ukraynayê ku bi moşekên amerîkî û brîtanî rasterast Rûsyayê bike hedef.

Bi nêrîna rojnameyê Rûsya di çend mehên dawîn de her tim behsa "tevlêbûna rasterast a rojava" bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanya dike lê vê carê 2 hêmanên nû hene; ya yekê Pûtîn rasterast gef li rojava xwar ku dê bi wê re şer bike û ya din dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê daxuyaniyan didin "bazên şer" ên ku her tim propagandaya şer dikin. Ev daxuyanî, helwesta Kremlînê jî rave dike ku êdî vebijêrkên cidî nêz bûne heke "xetên sor" ên wê hatin derbaskirin.

Li gorî rojnameyê, Ukrayna bi gotina "kûrahiya Rûsyayê" ew ne tenê ji rojava dixwaze herêmên Ukraynayê yên dagirkirî topbaran bike, dixwaze êrişî bajarên Rûsyayê bike.

Rojnameyê di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku li gorî Kremlînê dê rêbaza şerê li Ukraynayê û erdnîgariya wê bê guhertin. Moskov jî bi awayekî zelal dibêje li gorî "gefan" dê helwest û biryara xwe bide.