‘Rêxistinên navneteweyî berpirsê pergala îşkence û qirkirinê ne’

Şêniyên Şedadê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûne. Şêniyan di heman demê de got rêxistinên navneteweyî berpirsên encamên pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in û banga bidawîkirina vê pergalê kir.

‘Rêxistinên navneteweyî berpirsê pergala îşkence û qirkirinê ne’
22 îlon, 2024   04:10
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ehmed El Cidê got rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî ku li hember vê pergalê bêdeng in berpirsa encamên vê pergalê li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan in û wiha domand: "Bi nêrîna me, ev rêxistin di vê pergalê de şirîk in. Em bang dikin ku ev pergal demildest bi dawî bibe."

Ziyab El Ziyab got ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûne û wiha domand: "Divê rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan, li hember doza Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser hatiye ferzkirin, tedbîrên cidî û rastîn bigirin."

Îman El Ferec jî, pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir û diyar kir ku raste Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin lê ramanên wî azad in û bi saya wî xelkê herêmê di bin sîwana projeya biratiya gelan de bi azadî û di nava demokrasiyê de dijî.

Îman ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk dixwaze vê projeyê têk bibe, ji ber wê pîvanên navneteweyî binpê dike û vê pergalê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike."

Weid El Hemûd jî got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan tevahî dewletên cîhanê ji koletiyê û zordestiyê xilas dikin. Lewma li dijî bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin."

Weid wiha pê de çû: "Em gelên herêmê dê şopdarên ramanên wî bin û dev ji berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker bernadin."

Ewde El Hisên jî bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û Meclisa Ewlehiyê kir ku vê pergalê bivdawî bikin û got: "Rêber Abdullah Ocalan di dilê milyonan de ye. Armanca me yek e, ew jî bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

(şx)

ANHA