Dorpêça Ii ser Siwêdayê dewam dike

Dorpêça li ser gelek deverên Siwêdayê dewam dike. Hîna jî li gundewaran gelek cenaze Ii kolanan mane û ji ber sekvanan şênî nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Dorpêça Ii ser Siwêdayê dewam dike
28 tîrmeh, 2025   11:20
SIWÊDA

Nûçegihana ajansa me ji Siwêdayê diyar kir ku bi nameyan welatiyek û kurê wî hatin xapandin ku sotemenî li nêzî Benzînxaneya King a li ser rêya bajarokê Welga heye. Bi wê re wan berê xwe da wir û li wir sekvanan ew kirin hedef. Di encamê de bav hat qetilkirin û kurê wî birîndar bû.

CENAZE LI KOLANAN MANE

Hîna gundê Rîma Hazim ê bajêr di bin dorpêçê û hedefa guleyên sekvanan de ye. Li kuçeyan jî cenaze belav in û şênî nikarin xwe bigihînin wan.

HEZAR Û 448 KUŞTÎ

Tevî ku agirbest di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û rûspiyên Durziyan a li Siwêdayê de hatiye ragihandin jî, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara kuştiyan ji nîvê Tîrmehê ve bûye hezar û 448.

RÊ HATINE GIRTIN

Di aliyê mirovî de Siwêda ji 13ˊê Tîrmehê ve hîna di bin ambargoyeke giran û nebûna xizmetguzariyên serkeke de ye. Ji ber qutbûna rêyan bi herêmên din û hundirê Sûriyeyê ve, tu madeyên sereke yên xwarin û alîkariyan derbasî bajêr nabin. Li kêleka wê jî kehrebe her tim qut dibe, stasyonên kehrebeyê û avê ji ber êrişên leşkerî ji ximzetê derdikevin.

Rêxistinên sivîl û mirovî yên herêmî bangeke lezgîn li civata navneteweyî kiribû û xwestibû korîdoreke mirovî were vekirin û rêxistinên navneteweyî yên wekî UNDP û UNICEF derbas bibin da ku binesaziya hilweşiyayî sererast bikin.

Her wiha li gelek taxên bajêr pêngavên paqijiyê hatin birêvebirin û bi dehan ciwan tev lê bûn.

(k)

ANHA