Li Gever, Zap û Metînayê çalakiyên gerîla

Di çalakiyên gerîla yên li Gever, Metîna û Zapê de 5 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker hatine kuştin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.

Li Gever, Zap û Metînayê çalakiyên gerîla
20 tîrmeh 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Gever, Zap û Metînayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“17’ê Tîrmehê 3 kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker li qadên gundê Civyan, Şargulod û gundê Sêgûza yên Geverê bi cih kirî, hatin tespîtkirin û îmhakirin.

19’ê Tîrmehê saet di 20.00’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hate xistin. Derb li çeperên dagirkeran hate xistin û 2 çeper îmha bûn. Dagirkeran xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi rengekî hemwext derbe li 2 çeperên din jî hate xistin. Li vir 2 çeper hatin îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê mobesseya aîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate îmhakirin.

18’ê Tîrmehê di saet 05.40’an de dagirkeran xwest kameraya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatî îmhakirin, biguherin. Lê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

19’ê Tîrmehê di saet 18.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîvotomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

18’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

18 û 19’ê Tîrmehê qadên Lolan, Kolît û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 9 caran, qadên Avtehlê, Deşta Kafya, Spîndarê, Kanî Gûzê, Girgaşê û Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”