Çapemeniya Cîhanê: Ev pêvajo dê di siyaseta Kurdan de bandor bike

Êrîş û dorpêçên li ser Rojava di çapemeniya cîhanê de cih digirin. Çapemeniya cîhanê balê dikşîne ser rola welatên rojavayî û bandora vê pêvajoyê li ser siyaseta Kurdan.

Çapemeniya Cîhanê: Ev pêvajo dê di siyaseta Kurdan de bandor bike
29 ÇILE, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên komên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava, tevî agirbestên bi domdarî tên binpêkirin, berdewam dike. Çapemeniya cîhanê di nûçeyan de cih dide êriş û protestoyên li dijî êrişan.

Foreign Policy (FP) di nûçeya der barê Rojava va de, bal kişand ser bandorên polîtîkayên demkî yên DYA, Tirkiye û Sûriyeyê li ser Rojava û ev tişt got: “Ger HSD têk biçe, têkiliyên bi Washingtonê re bi dawî bibe jî dê bandora vê siyasetê di asta herêmî de li ser siyaseta Kurdan dewam bike. Serketinên siyasî û leşkerî yên HSD’ê bi fermandariya Mazlûm Ebdî de di nava Kurdan de xwebawerî û şanaziyek çêkir. Helwesta Washingtonê rê li ver hesta îxanetê xurt kir. Ev serketina Tirkiye û Sûriyeyê heta daxwazên Kurdan dabîn neke dê serketinekî vala be.” 

’Humanié di nûçeya bi sernava “Sûriye: Li Rojava hêviya agirbestê di bin bombadirmana rejîma Şamê de ye” weşand û destnîşan kir ku rexmê ragihandina agirbestê êrişên HTŞ’ê didomin.

ŞER TU CAR TERKA KOBANÊ NEKIR

The Nationalê di nûçeya xwe de diyar kir ku rexmê agirbestê êriş didomin û wiha rexne kir: “Agirbest?’: Gelê Kobanê li dijî xela û dorpêçê têdikoşin, li Sûriyeyê agirbesta qels didome.” Herwiha di nûçeyê de bal kişand ser birîna av û ceyranê û kêmbûna xurekê.

Di berdewamiya nûçeyê de wiha hate gotin: “Şer tu car terka Kobanê nekir. Di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê Tirkiye û komên hevalbendên wê yên li qadê, li derdora bajêr êrişên bi balafirên bêmirov û topan ve bombebaran dikin.”

‘PIŞTGIRIYA SÛCDARÊ ŞER EL-ŞERI HATE KIRIN’

Le Point a Fransî gotarek bi sernava “Têkildarî bisiûdiya Kurdan û quretiya welatê Rojava” weşand. Di nivîsê de ev tişt hate gotin: “Bi narsîzma Macron û Trump piştgiriya sûcdarê el-Şari hate kirin. Di encamê de Kurdên li Sûriyeyê ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, li ber tunebûnê ne.”

Di Le Pointê de nivîsekê din a bi sernava “Kurd carekî din tên terkirin” hate weşandin û di nivîsê de “Rojava, hevalbendên xwe yên Kurdên li Sûriyeyê di rê de hiştin. Di encama vê yekê de el-Şari, hewl dide rejîmeke Îslamî ya ku gefê li azadiyê dixwe, ferz bike.”

KEZIYÊN JINÊN KURD DIBIN SEMBOLA BERXWEDANÊ

 The Jerusalem, nûçetek bi sernava “Keziyên jinên Kurd dibin sembola berxwedanê” weşand. Di nûçeyê cî da protestoyên jinên keziyên xwe dihûnin.

Dezgeha medya Controradio ya Îtalî, meşa ku dê di 30’ê Çileyê de li bajarê Toskana ya Îtalyayê bi lidarxistin ragihand. Di nûçeyê hat diyarkirin ku  bavê Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) ê ku di 18’ê Adara 2019’an de li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, Allesandro Orsertti jî yek ji amadekarên meşê ye.