Di rojnameyên erebî de kuştina Nesrallah û helwesta Tehranê

Berpirsên îstîxbarata Îsraîlê beşdariya Hizbullah a di aloziya Sûriyeyê de mîna "pehniya Acelles" nirxandin û got, ev beşdarûn bû sedem Til Evîvê gelek agahiyên îstîxbaratî derheqê Hizbullah de bi dest bixe û derbên giran lê bide.

Di rojnameyên erebî de kuştina Nesrallah û helwesta Tehranê
30 îlon, 2024   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanê xwe yên îro de bal kişand ser kuştina lîderê Hizbullah Hesen Nesrallah û helwesta Îranê ya li hemberî êrişên li ser Hizbullahê.

’SÛRIYE PEHNIYA ACHILLES BÛ: ÎSRAÎLÊ ÇAWA HIZBULLAH DERBAS KIR?’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku  cih daye şîroveyên du berpisên îstîxbarata Îsraîlê, piştevaniya Hizbullah ya bi Beşar Esed di aloziya Sûriyeyê de mîna mîna "pehniya Achilles" nirxandin. Berpirsan gotin," Ev beşdarî hişt ku Til Aviv destkeftekê bi dest bixe. Ev destkeftî jî ketina nava Hizbullahê bû, nemaze piştî ku bi dehên salan pêkhatina wê ya nepenî asê bû."

Rojnameyê bi bîr xist ku li gorî her du berpisan "Tişta hatî guhertin, kûrbûn û kalîteya agahiyên îstîxbaratî bû ku Îsraîlê ji 2 mehên borî ve bi dest xisitibûn."

Di dewama nûçeyê de hate gotin, du berpirsan diyar kir ku ev guhertina kalîteyî  xwe dispêre "wêneya îstixbaratî ya xurt" û wiha hat domandin " Hizbullahê agahî li ser endamên xwe yên ku di sala 2012’an de alîkariyardayîna bidawîkirina xwepêşandanan çûbûn Sûriyeyê parve kiribû.  Ev agahî dane diyarkirin ku kî berpirsê çalakiyên Hizbullahê ye, pileya kî ji wan bilind bûye, kî gendel bû û kî piştî rêwîtiya bêyî şîrove dîsa vegeriya ne."

Her wiha hate diyarkirin  şerê li Sûriyeyê ji sîxûrên Îsraîlê bû derfetek. Rojnameyê ku cih daye nirxandinên siyasetmedarekî payebilind ê berê yê Lubnanî diyar kir ku ketina îstixbarata Îsraîl  an jî ya DYA’yê ya nava Hizbullah berdêlê piştgiriya wan ji Esed re ye û wiha hat gotin: "Lazim bû koma nepenî ya Hizbullah li Sûriyeyê xwe aşkere bikira, lê ji nişka ve di nava peywendiyên bi saziya îstîxbarata Sûriyeyê an jî ya Sûriyeyê de mabûn û agahî parve dikirin. Ev peywendî bi awayekî rêxistinkirî ji aliyê amerîkayan ve dihat şopandin."

’KUŞTINA NESRALLAH KÛRAHIYA KETINA ÎSRAÎL DI NAV REFÊN HIZBULLAHÊ DE EŞKERE DIKE’

Rojnameya El Ereb têkildarî kuştina lîderê Hizbullah Hesen Nesrallah diyar kir ku kuştina Hesen Nesrallah, Hizbullah li pêşberî astengiyeke mezin rû bi rû hiştiye. Têkildarî vê astengiyê jî hate gotin: "Astengî ew e ku pirsgirêkên di nava refên xwe de çareser bike. Ev pirsgirêk  hişt Îsraîlê ya dijmin baregehên wê yên leşkerî îmha bike, cîhazên wê yên bêtêl bombe bike û lîderê wê qetil bike."

Rojnameyê da zanîn ku tevî tê gotin ku Îsraîlê bêtêl teqandinê, lê Îsraîlê ev agahî piştrast nekirine.

Hate gotin, kuştina Hesen Nesrallah lutkeyek ji rêze derbeyên bilez e ku bûne sedema kuştina nîvê endamên meclisa fermandariya Hizbullah û wêrankirina baregeha fermandariya wê ya bilind.

Di dewam nûçeyê de hate gotin "Îsraîl dibêje ku wê Nesrallah bi bombeyan avêtin ser baregeheke binerdê ya li bin avahiyeke niştecihbûnê li başûrê Beyrûtê kir hedef. Pisporê karûbarên Hizbullahê yê li Zanîngeha Parastinê ya Swêdê Magnus Ranstorp  got ku ev derbeyek mezin û têkçûna îstixbarata Hizbullahê ye. Wan dizanibû ku ew civînekê bi rêberên din re çêdike û yekser êrîşî wî kir."

Li gorî rojnameyê Rojnameyê, tevî ku Îran ragihandiye ku ew amade ye destpêka leşkerî pêşkêş Hizbullahê bike, lê du çavkaniyên îranî diyar kir ku Tehran naxwaze destê wê rasterast bikeve nava şerê Hizbullah û Îsraîlê.

 (bb)