Îsraîlê careke din li Şamê da

Artêşa Îsraîlê li herêma Yafûr a li gundewarê Şamê avahiyek bombebaran kir.

Îsraîlê careke din li Şamê da
30 îlon, 2024   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navnda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê şevê din li herêma Yafûr a gundewarê Şamê ya nêzî sînorê Lubnanê avahiyek bombebaran kir. SOHR da zanîn ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê hewl dida li ber êrişê bigire.

Der barê windahiyan de agahî nehatin parvekirin.

Li gorî SOHR, Îsraîlê ji destpêka îsal ve 87 êriş (70 hewayî û 17 bejahî) li ser xaka Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 160 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û erebe) hatin îmhakirin.

(bb)