Berpirsekî Hemasê li Lubnanê hat kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku berpirsê wê yê li Lubnanê tevî endamên malbata xwe di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubhahê de hatine kuştin.

Berpirsekî Hemasê li Lubnanê hat kuştin
30 îlon, 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê li kampa Bes a penaberên Filistînê ya li başûrê Lubnanê mala berpirsê tevgerê yê li Lubnanê Fetih Şerîf Ebû El Emîn bombebara kir.

Hemasê daxuyand ku di encama bombebaranê de Fetih Şerîf Ebû El Emîn, tevî hevjînaxwe û û keç û kurê xwe hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê barbanga vê sibehê bi balafireke bê mirov  a bi çek avahiyek li Beyrûtê bombebaran kir. Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ev êriş a yekemîn e ku li navenda Beyrûtê tê kirin. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di encama bombebaranê de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî heman çavkanî, Îsraîlê li herêma Kola avahiya du endamên Koma Muqawema a Îslamiya ya Lubnanê kir hedef.

Eniya Gel a Rizgariya Filistînê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li Beyûtê de 3 endamên wê hatin kuştin.

(bb)