Di Rojnameyên Erebî de.. Astengiyên peymana QSD û Şamê û aloziya li Tirkiyeyê 

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku piştgiriya Tirkiyê bo komên çekdar û nehiştina tevlîbûna civakên Sûriyeyê di proseya siyasî de, pêkanîna lihevhatina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de asteng dike. Li aliyekî din Tirkiye rastî krîzeke siyasî ya mezin tê ku rastiya a helwestên navdewletî eşkere kiriye.

Di Rojnameyên Erebî de.. Astengiyên peymana QSD û Şamê û aloziya li Tirkiyeyê 
21 adar, 2025   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî behsa lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Şamê de û kirîza siyasî ya li Tirkiyê kirin.

QSD`Ê Û ŞAM: LIHEVHATINEKE BERFIREH YAN RÊKEFTINÊN DEMKÎ?

Tora El Hura ya Erebî ku toreke Amerîkî ye, behsa pêşketinên lihevkirina navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir û got: "Bertekên Sûriyeyiyan li ser giringiya rêkeftina dawî ya di navbera QSDê û şandeya Şamê de  ne weke hevûn, derbarê pêwîstiya agirbestê û bandora wê li ser rewşa welat."

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku "di dema ku hin kes vê rêkeftinê weke gaveke girîng ji bo yekitiya rêzan û bihêzkirina helwesta  Sûriyeyê li hember kêşeyên herêmî dibînin, hinên din jî di wê baweriyê de ne ku ew rêkevgin hîn rastî kêşeyên girîng tê ji ber berdewamiya piştevaniya Tirkiyê bo komên çekdar û nehiştina beşdarbûna pêkhateyên din di proseya siyasî de. "

KRÎZA SIYASÎ LI TIRKIYEYÊ: EWROPA HIŞYARÎ DA, AMERÎKA Û RÛSYA DIBÊJIN EW KU LI SER KARÛBARÊN NAVXWEYÎ ŞÎROVE NAKIN

Rojnameya Eşerq El Ewset behsa rewşa li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku girtina şaredarê opozisyonê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve bûye sedema krîzeke siyasî li Tirkiyê. Her wiha diyar kir ku ev heldana `derbeya li dijî demokrasiyê ye û dê bandoreke mezin li dewleta qanûnê, serxwebûna darazê û aboriyê bike.

Bertekên li hemberî girtina Îmamoglû ji derveyî Tirkiyeyê jî dewam dikin. Dendê Ewropa yê herî bilind bû, ne weke helwesta Amerîkayêbû. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce got, "Em ê li ser pêvajoyên biryargirtinê yên navxweyî yên ti welatekî din şîrove nekin. Em ji Tirkiyê dixwazin ku rêzê li mafên mirovan bigire û karên xwe yên navxweyî bi awayekî guncaw pêk bîne." Rûsyayê jî ragihand ku girtina Îmamoglu biryareke serwerî ye û mijareke navxweyî ya Tirkiyeyê ye.